Perspektîfa Rêber Apo: Qonaxeke nû ya têkildarî hebûn û pirsa Kurd-Beşa IV

Beşa Çarem

3-Di Civaka Dîrokî de Dualîteya Dewlet û Komûnê

Divê di materyalîzma dîrokî de li şûna şerê çînî “Komûn” bê danîn. Bêguman ev tenê ne nezîkatiyeke rast e, ji bo bikaribin derbasî sosyalîzmê bibin, di zanista sosyolojiyê de çalakî û fikra azad riya herî bi tendirust in. Divê pênaseya materyalîzma dîrokî û sosyalîzmê xwe nespêre pevçûna çînî, şûna vê divê materyalîzma dîrokî û sosyalîzm xwe bispêre dualîteya dewlet û komûnê. Ez vê nêzîkatiyê rastir dibînim. Yanî dîrok, li ser şerê çînî ava nabe; nakokî û pevçûna di navbera dewlet û komûnê de şekil dide dîrokê. Ji ber vê teoriya çînî sosyalîzma pêkhatî rûxiya. Pêwîstî bi rexnekirinê jî nîn e. Lê sedema herî esasî ya rûxandina sosyalîzma pêkhatî yek jî ev e. Baş e, li vir wateya dualiteya dewlet û komûnê çi ye? Ev tespîteke pir bi nirx e. Belkî ev ji milêkî ve tê zanîn, lê hê nehatiye sîstematîzekirin. Li vir ez ê vê fikrê sîstematîze bikim, fikreke sîstematîk pêş bixim. Ez dixwazim materyalîzma dîrokî li ser esasê dualiteya van du têgînan deynîm. Dîsa dixwazim sosyalîzmê ji çarçoveya dîktatoriya çînî derxînim, li ser esasê têkiliyên dualîteya dewlet û komûnalîteyê saz bikim. Ez wisa difikirim ku em ê xwe bigihînin encamên pir bi qîmet û giranbûha. Ez vê jî dispêrim vî tiştî: Di esas de civak bûyereke komûnal e. Min li jorê pênaseya klanê kir. Ev civakbûn e. Civakbûn jî komûn e. Klana komûna seretayî ye. Niha em li ser peyva “komûn” bisekinin; ji ber vê divê em li ser civakbûnê biaxivin, dîsa qasî ku em dizanin divê dubare li qada Mezopotamyayê li ser pêşketina çandî, derketina civaka Sumer rawestin; yanî divê em pêşketina dewlet, bajar, milkiyet û çînan têxin rojeva xwe. Divê em destpêkê li ser dewlet û komûnê bisekinin. Baş e civakbûn li ku derê ye? Civak bingeha vî karî ye. Ji ber ku B.Z 4000 sal beriya niha forma civakî klan bû. Em ji vê re dikarin bêjin qebîle an jî eşîret. Eşîret jî ji yekitiya komûnan pêk tê. Qebîle komûnek e. Hê malbat pêşneketiye. Di esas de wateya  malbat û qebîle ji hev cuda nîn in. Wateya wan yek e. Ne qebîle, ne jî malbat wisa ji hev cuda nebûne. Bi pêşketina Neolîtîkê re pêşketineke girîng rûdide. Pêşketina Qebîle zêdetir bi Neolîtîkê ve girêdayî ye. Pêşiya Neolîtîkê qebîle nîn e, klan heye. Di Kurdî de “kom” heye. Em bi vî awayî dikarin komûnê baştir fêm bikin. Yanî komûn, tê wateya “Kom” û “kombûnê.” Hê jî em vê peyvê bi kar tînin. Ev jî nîşan dide ku zimanê Aryen jî li vir derketiye. Herî kêm dîroka wî deh hezar sal e. Ji ber vê eşkereye ku Zimanê Aryen li derdora vê komûnê pêşketiye.

Di Kurdî de peyva “kom” vê rastiyê nîşan dide. Dariştin û zêdekirina peyvan jî vê rastiyê nîşan didin. “Komagene” wekî navê dewleteke derbas dibe. Li vir em dibînin ku serokê qebîleyê dewletê pêş dixe. Endamên qebîleyê jî komûnê pêş dixin. Di esas de rastî jî wiha ye. Pir hêsan e. Min wisa keşfeke mezin jî nekir. Marks ji van re dibêje keşfa zanistî, ev çîrok in. Pêşketineke wisa ya çîna karkeran nîn e. Esas wisa mijarê fêmkirin ne zehmet e. Yê li ser qebîle serweriya xwe çêdike dibe dewlet, endamên ji rêzê yên qebîleyê jî di bin komek, piştre ev wekî malbat didome. Yên jor dibin dewlet, xanedan pêşdikeve. Yên jêr jî di bin bindest. Ger dewlet çêbibe wê demê qebîleyên bindest jî çêdibin. Cudabûn wisa dest pê dike. Ez, tiştên ku Marksîzmê ji bo proleterya gotiye wisa zêde rast nabînim. Rast e, girêdayî şoreşa sinaî, karkertî, bûrjûwatî pêşdikeve, lê ev girêdayî pêşketineke 5000 salî derkete holê. Bûrjûwatî, proleterî-karkertî li Babîlê jî heye, li Sumer û Asûr jî heye. Li Atîna û Romayê jî heye. Ev herî dawî derbasî Rojavayê Ewropayê dibe. Ev tişt Ewropayê îcad kiriye. Hinekî din berfirehtir kirine, yek jî kirine pergaleke hegemonîk. Bi navê kapîtalîzmê metîngerî û hegemonyaya wê pêşdikeve. Ev hegemonya belavî hemû cîhanê dibe. Ev pêşketin xwe dispêre civaka Sumer. Yanî çavkanî Sumer e. Ev, çîroka dewletbûnê ye. Dewlet, wekî dewleta koledar, dewleta feodal û dewleta kapîtalîst tê cuda kirin. Esas divê wiha neyê şîrovekirin. Li vir ya girîng komûn e. Di vê dîrokê de komûn li ku derê ye? Marks ji ber Komûna Parîsê gelek hevalên xwe winda dike. Tê gotin ku 17 hezar komûnar têne kuştin. Ji ber van windahiyan nirxandineke wî heye bi navê “Komûna Parîs.” Dev ji kapîtalê berdide. Ji ber ku pêşbiniyên wê derbên mezin xwaribûn. Li gorî min Marks şikandineke hundirîn dijî. Bala xwe dide komûnê, li ser kar dike. Li vir zêde qala çîn nake, zêdetir têgîna komûn bikar tîne. Kropotkîn Lenîn rexne dike, dibêje “Sovyetan nerûxîne.” Di esas de wateya Sovyet û Komûn yek in. Lê Lenîn bi programa NEP, berê xwe dide dewletê. Stalîn vê pirsgirêkê kûrtir dike. Di demên dawî de Marks ji têgîna dîktatoriyê sar dibe, naxwaze bikar bîne, berê xwe dide têgîna komûnê. Dewlet û komûnê ji hev cuda dike, lê vê cudahiyê wisa zêde pêş naxe. Di encamê de dikarim bêjim ku materyalîzma dîrokî xwe naspêre şerê çînan, li ser esasê dualîteya komûn û dewletê şekil digire. Hemû dîrok bi vî awayî herikiye. Bi taybet dîroka nivîskî. Di Sumeran de bingeha vê hatiye avêtin, niha li Rojava ev di asta herî jor de tê jiyîn. Niha, şaredarî tê wateya komûnê. Lê nava wê hatiye valakirin. Niha dewlet qeyûm diavêje ser şaredariyên me. Kes jî nabêje tu çima wiha dikî. Ev jî nîşan dide ku naveroka wê hatiye valakirin. Bûyera li Tavşantepeyê jî bi qebîleyê ve eleqeder e. Çanda tecawizê li ser wê zaroka biçûk wekî qetlîam pêşket. Bûyereke sembolîk e, lê pir girîng e. Ev nîşaneya çandek e. Molla Goranî jî, malbateke molla ye. Tevlî fetihkirina Stenbolê bûne. Malbata Guran ji malbateke wiha tê. Rewşa xembar a malbata Molla jî li holê ye. Ji ber vê yekê têgîna komûnalîte wê di vê serdema nû de bibe dest û lingê sosyalîzma azadiyê. Em ê serdema nû li derdora vê mijarê nîqaş û şênber bikin.

Têgîna Civaka Exlaqî û Polîtîk, di heman demê de dibe nirxandina komûnê. Komûn, bi têgîna civaka exlaqî û polîtîk derdikeve pêşberî dewletê. Wê zimanê serdema aştiya nû jî polîtîk bibe. Em ê azadiya komûnê biparêzin. Jixwe navê wê li ser e; em zimanê dewletperestiyê terk dikin. Têgînên girêdayî netewe dewletê terk dikin, ji xwe re girêdayî komûnê, têgînên etîk û polîtîk esas digirin. Me ji vê re got civaka exlaqî û polîtîk. Lê ev dibe vegotina komûna ku ber bi azadiyê ve diçe. Ev ne hiqûqî ye, tiştekî etîk û polîtîk e. Niha hiqûqek heye, Qanûna şaredariyê heye, divê ev qanûn pêş bikeve. Divê ev di qanûn de hebe, em ê guhertineke wiha bixwazin. Wê şert û rêgezeke me hebe. Ger bi awayekî zanistî bînin ziman, ji vê re dikarin bêjin azadiya komûnê. Em ê bibin komûnalîst. Şûna çîn, em ê komûnê bicih bikin. Şaredarî hê jî komûn in. Li gel me jî kom heye. Ma di me de exlaq û etîk nîn e? Helbet heye. Jixwe komûn ji qanûnan zêdetir wê bi etîkê rêve biçe. Ji aliyê din ve komûn, demokrasiye jî. Siyaseta demokratîk bê polîtîka nabe. Ji ber ku polîtîka bi siyaseta demokratîk dibe. Komûn nav e, etîk polîtîk sifêt e. Komûn, etîk û polîtîk e. Yek nav e, ya din jî sifêt e. Em ji vê re dibêjin revîzyona herî radîkal a Marksîzmê. Em şûna têgîna çînî ya Marksîzmê komûnê bicih dikin. Rexneya Kropotkîn a beramberî Lenîn pêşxistibû rast e, dîsa rexneya Bakunîn a beramberî Marks rast e. Rexneya Bakûnîn kêm e, lawaziyên xwe hene, lê rast e. Di vê mijarê de teqez li ser Marksîzmê bê sekinandin û rexnekirin. Ger Marks Bakûnîn fêmkiriba, Lenîn jî Kropotkîn fêmkiriba, wê teqez qedera sosyalîzmê wiha nebûya. Ji ber ku nekarîn vê sentezê pêş bixin sosyalîzma pêkhatî pêşket.

Sibe Beşa Pêncem

Perspektîfa Rêber Apo: Qonaxeke nû ya têkildarî hebûn û pirsa Kurd-Beşa III

 

Perspektîfa Rêber Apo: Qonaxeke nû ya têkildarî hebûn û pirsa Kurd-Beşa II

Perspektîfa Rêber Apo: Qonaxeke nû ya têkildarî hebûn û pirsa Kurd-Beşa I