Îran: Îsraîl ji nav xaka Iraqê êrişî me dike

NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê ragihand ku hinek êriş ji xaka Iraqê li ser welatê wan tê kirin û bang li Iraqê kir ku derbarê vê de tedbîrên cidî bigire.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazim Xerîb derbarê êrişên Îsraîl yên li ser Îranê de ji medya Îranê re axivî.

Kazim Xerîb îdia kir ku Îsraîl hinek êrişên xwe yên ser Îranê, ji nav xaka Iraqê pêktîne û got; “Bang li Hikumeta Iraqê dikîn ku derbarê vê yekê de tedbîrên cidî bigire. Me ji Iraqê xwestiye bi fermî li Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî nerazîbûna xwe nîşan bide.”

Hêjayî gotinê ye li gorî meyda Iraqê, Hikumeta Iraqê ji bo Emerîkayê nameyek şandiye û jê xwestiyê ku rê li binpêkirina Îsraîl ya binpêkirina asîmanê Iraqê bigire.