ŞENGAL/ROJNEWS
Îro sê sal di ser êrişa MÎT û îstîxbarata PDK’ê ya li ser Meclisa Gel a Sinûnê re derbas dibin. Wê deme aşkere bibû ku hedefa vê êrişê şikandina vîna Rêveberiya Xweser bû, lê piştî êrişê bi hezaran malbatên Êzidiyan vegeriyan Sinûnê û derdora wê. Gelê vegeriyane jî berovajê dûrketinê, li derdora Rêveberiya Xweser a Şengalê kom bûn û bi rêxistinkirinê bersiva hemû êrişa didin.
Di 15’ê Hezîrana 2022’an de Meclîsa Gel a Sinûnê rastî êrişek hat. Di encama vê êrişê de zarokê bi navê Selah û çalakvanê medenî Îbrahîm Dewrêş di êrişê de şehîd ketin, 6 kes jî birîndar bûn. Piştî sîxurên PDK’ê û MÎT’ê ji aliyê hêzên parastina Şengalê ve hatin girtin, hemû berfirehiyên êrişê û hedefên wê hatin zelalkirin. Dezgeha istixbarî ya PDK’ê Parastin û MÎT a dewleta Tirk vê êrişê li ser du qonaxan pîlan kiribûn.
Qonaxa 1: Teqandina Meclîsê
Li gorî agahiyên ji aliyên sîxuran ve hatî dayîn, pêngava destpêkê teqandina mayînan li Meclîsa Gel di demeke qerebalix de bû. Armanc ew bû ku bi dehan kes bên kuştin, da ku rê li ber aloziyeke mezin veke.
Qonaxa 2: Rakirina Gel li Dijî Rêveberiya xweser
Piştî teqînê, komên girêdayî PDK’ê, wê gelê Sinûnê li dijî saziyên xweseriyê, bi taybetî Asayîşa Êzîdxanê û Meclîsa Gel rabikirana, da ku wan ji Sinûnê derxînin. Seed Casim, yek ji sîxurên ku destê wî di vê êrişê de hebû derbarê êrişê de ev itiraf kiribû: “Armanca vê êrişê ew bû ku bi dehan kes bên kuştin û gelê Sinûnê li dijî saziyên Rêveberiya Xweser rabikin.”
Pêkanîna êrişê
MÎT’ê bi hevkarên xwe yên herêmî re mayîn ji bo êrişê peyda dikin. Yek ji mayînan jî ji bo êrişeke li ser Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Dijwar Feqîr û yek jî di destê wan de bû. Seed Casim û sîxurekî din û bi navê Selah Berces cîhê Meclîsê li ser nexşeyê destnîşan kirin û agahî ji kesekî bi navê Ehmed re şandin. Fadil Cemîl Mirad, xizmekî Seed Casim jî tevlî vî karê qirêj bibû.
Çavdêrîkirin û bicihkirina mayînan
Seed ji bo keşfê rojane çû Meclîsê, navên kesên di Meclîsê de ji Ehmed re ragihand. Ehmed wêneyên odeyên Meclîsê û taybet odeya mêvanan xwest. Armanc ew bû ku herî zêde qurbanî û birîndar çêbibin. Seed û tîma wî li ser erdê dest bi lêkolînên Meclîsê kirin, Ehmed jî bi destê MÎT’ê balafira keşfê rakir. Bi vî awayî hem ji erdê hem jî ji hewayê Meclîs xistin bin çavdêriyê.
Piştî çend rojên şopandinê, Ehmed ferman da Seed ku li gel Fadil 2 mayînan li Meclîsê bicih bikin. Seed û Fadil nîvê şevekî çûn, Seed ji aliyê pişta dîwar ve ket Meclîsê. Her du mayînan di odeya mêvanan de di bin qenapeyan de bicih kirin û li benda rojeke guncav man ku hejmareke zêde ya gel li Meclîsê kom bibe.
Teqîn
Ehmed ferman da ku 15’ê Hezîranê Meclîsê biteqînin. Selah çû Meclîsê û Fadil jî li derdora Meclîsê sekinî. Selah ket nav Meclîsê da ku tespît bike ka çend kes û kî li Meclîsê ne, wêne kişandin û bi têlefonê ji Ehmed re şandin. Plansazî ew bû ku Selah tespîta dawî bike û ji Meclîsê derkeve, piştî ku derkeve wê Fadil bi cîhaza kumandayê mayînan biteqîne. Lê beriya ku Selah ji Meclîsê derkeve, Fadil mayînan teqand û Selah jî di teqînê de birîndar bû.
Piştî ku Selah birîndar bû, Ehmed lê geriya û jê xwest ku xwe bigihîne Zilkanê (baregeha dewleta Tirk) da ku wî ji bo dermankirinê veguhezînin Tirkiyeyê. Ji bo vê êrişê jî Ehmed ji MÎT’ê 10 hezar dolar girt.
Kiryarên PDK’ê yên piştî teqînê
Piştî teqînê, qonaxa duyemîn a planê bi destê PDK’ê ket meriyetê. Di serî de ragihandina şerê taybet a PDK’ê dest bi weşaneke taybet kir û got ku baregeheke YBŞ’ê (Yekîneyên Berxwedana Şengalê) hatiye hedefgirtin. Hema piştî teqînê, hêzên dijterorê yên PDK’ê jî daxuyaniyek belav kirin û gotin ku êriş li dijî baregeha PKK’ê li Sinûnê hatiye kirin. Bi van daxuyaniyan hem xwestin rastiya êrişê veşêrin hem jî zemîna provokasyonê amade bikin. Di heman demê de, komên girêdayî PDK’ê yên ku berê hatibûn rêxistinkirin dest bi liv û tevgerê kirin, dora Meclîs û asayîşê girtin.
Daxuyaniya Heyder Şeşo û Bersiva MXDŞ’ê
Daxuyaniya Heyder Şeşo ya piştî teqînê ji medyaya PDK’ê re, weke îtîrafa vê planê bû. Heyder Şeşo hema piştî êrişê, di nav toz û dûxana êrişê de, li ser Meclîsê agahiyên berfireh dan ku xuya bû haya wî ji vê êrişê û plansaziya wê hebû. Heyder Şeşo bêyî ku di ferqê de be plana PDK’ê eşkere kir û got: “Heta roja duşemê wext ji asayîşê re hatiye dayîn ku ji Sinûnê derkevin, eger dernekevin wê meş û çalakî li dijî wan destpê bikin. Û ez bawer im eger dernekevin wê pirsgirêk derkevin. Di êrişê de bi dehan mirî û birîndar hene. Îro kombûneke wan li meclîsê hebû, yên ne xelkê Şengalê di wê civînê de amade bûn.” Di heman demê de bi vê daxuyaniyê re, komên girêdayî PDK’ê dora Meclîsê û Asayîşa Êzîdxanê girtin, xwestin asayiş ji Sinûnê derkeve.
Êriş li Hewlêrê hate pîlankirin
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) jî yekser bi daxuyaniyeke nivîskî hesabê qirêj ê vê planê ji raya giştî re eşkere kir û bang li gel kir ku li dijî plana PDK’ê û MÎT’ê hişyar bin û li dora sazî û dezgehên xwe kom bibin. MXDŞ her wiha da zanîn ku ev êriş plansaziyeke MÎT û Parastinê ye, beriya êrişê bi çend rojan li Hewlêrê civînek li ser Şengalê çêbûye û ev plansazî di wê civînê de hatiye danîn.
Piştî îtîrafên Seed Casim û Selah Berces ku di vê êrişê de cihê xwe girtine, bi her awayî ev plan zelal bû û rastiya daxuyaniya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî derket holê. Sîxuran îtîraf kiribû ku dewleta Tirk û PDK’ê sala 2022’yan weke sala hilweşandina pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê plan kirine. Plana ku bi şehîdxistina Dijwar Feqîr û teqandina Meclîsa Gel a Xanesorê destpê dike, bi êrişa Meclîsa Gel a Sinûnê digihe lûtkeyê.
Armanc û Encamên Berovajî
Armanca sereke ya PDK û MÎT’ê ji vê êrişê, wekî ku hatibû destnîşankirin, ew bû ku Rêveberiya Xweser a Şengalê lawaz bikin an jî bi temamî ji holê rakin. Şengal, piştî fermana DAIŞ’ê yên di sala 2014’an de, dest bi avakirina sîstema xwe ya xweser kiribû da ku xwe ji êrişên bi vî rengî biparêze û paşeroja xwe di destê xwe de bigire. Lê belê, teqîna li Sinûnê ne tenê negihîşt armanca xwe, belku encamên wê berevajî derketin.
Piştî vê bûyerê, Meclîsa Gel a Sinûnê û bi giştî Rêveberiya Xweser a Şengalê ji berê zêdetir xurt bûn. Kar û xebatên meclîsê bi lez û bez hatin domandin û di encama vê xebatê de, bi hezaran malbatên Êzidî ku ji ber fermanan li kampên di bin desthilatdariya PDK’ê de li Başûrê Kurdistanê bicih bûbûn, vegeriyan Şengalê. Ev vegerîn ne tenê jimareyekî mezin ji Êzidiyan paşve anî axa wan, lê di heman demê de wan li derdora Rêveberiya Xweser a Şengalê kom kirin. Ev yek nîşan dide ku civaka Êzidî, tevî hemû zext û êrişan, baweriya xwe bi sîstema xwe ya xweser aniye û wê weke garantiya hebûna xwe dibîne.
Girîngiya Rêveberiya Xweser a Şengalê
Pêşketina kar û xebatên Rêveberiya Xweser a Şengalê piştî êrişa li ser Meclîsa Gel a Sinûnê, peyameneke zelal dide. Ew nîşan dide ku civakek ku biryar daye çarenûsa xwe bi destê xwe diyar bike, bi êriş û zextan naşikê. Berevajî, ew êriş dibin sedema xurtbûna yekîtî û biryardariya wan. Vegera bi hezaran malbatên Êzidî bo Şengalê û komkirina wan li derdora saziyên rêveberiya xweser, belgeya herî mezin e ku vê rastiyê piştrast dike.
Ev rewş di heman demê de ronahî dide ser girîngiya piştgirîkirina Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo ewlehî û aramîya gelê Êzidî. Ewlehiya wan êdî ne di destê hêzên derve de ye lê di sîstema ku bi destê wan bi xwe hatiye avakirin de ye. Ev bûyer, weke bîranînekê dimîne ku çawa hêzên derve hewl didin aramî û îstîqrara herêmê têk bibin, lê di heman demê de jî nîşan dide ku berxwedana gel dikare hemû pilanên dijmin pûç bike.