‘Li ser wargehê zext tên kirin’

XURBET TALLÎ/MEXMÛR

Hevserokê Dîwana Meclisa Gel a Mexmûrê Elî Bilehî da zanîn ku xelkê Mexmûrê hêza xwe ji Rêbertî girtiye, bandor bûye û divê îdeolojiyê de teslîmbûn nîne. Elî bilehî got ku çiqas ambargo û zilim bê meşandin jî, wê ev berxwedan û têkoşîna wan jî ewqas berdewam bike.

Xelkê Wargeha Mexmûr ji sala 1994’an heta niha ji ber zilim û zextên dewleta Tirk dehan war guhestine heta hatine Wargeha Mexmûrê. Di van waran de gelek caran bi êrişên hewayî, bejayî, şerê taybet, ambargo û hwd re rû bir û hatine. Li rûxmê van hemû êrişan jî ti carî serî netewandin û berxwedaniyek bê hempa meşandin û niha jî dimeşînin.

Têkildarî vê mijarê Hevserokê Dîwana Meclisa Gel a wargeha penaberan ya Ş. Rûstem cûdî (Mexmûr) Elî Bilehî ji ajansa me Rojnews re axivî û bang li hemû saziyên mafê mirovan kir ku vê ambargoyê li ser wargehê rakin.

‘Heta niha nehatine pêkanîn’

Elî Bilehî di destpêka axaftinên xwe de bilêv kir ku ev ambargoya ji 10’ê Nîsanê ve hatî destpêkirin, bi taybet di aliyê karker û kel û pelan de tê meşandin û got: “Di berê de jî amabargoyek veşartî li ser wargehê dihat meşandin! Ji ber ku ji 2019 heta niha pêwîstiyên wargehê yên weke perwerde, nasname, tendûristî û hwd ku dihatin xwestin, nehatine pêkanîn. Her car hevdîtinên ku dihat kirin, sozên dihat dayîn ku digotin emê pêkbînin, lê heta niha nehatine pêkanîn. Ev ambargoya ku ji 10’ê Nîsanê heta niha tê pêkanîn jî, tûndkirina wê ye.”

‘Zext li ser wargehê tê pêkanîn’

Elî di berdewama axaftinên xwe de qalkir ku dema ew dibêjin di aliyê perwerde, nasname, çûyîn, hatin û tendûristiyê de pêwîstiyên wargehê pêknayînin, ne ku beriya wê ev pêkdanî, tenê rê dida ku ew van pêwîstiyên xwe pêkbînin û wiha domend: “Wek wargeha Mexmûr eger em hemû mafên xwe yên jiyanê bi rêve dibin, em bi keda xwe birêve dibin. Niha jî rêgiriyek hatiye pêkanîn. Ji bo vê jî bi taybet di aliyê karkirin, nasname, perwerde û tendûristiyê de em tengaviyan jiyandikin. Em dizanin her cara ku ambargo yan tûndiyek li ser wargehê tê pêkanîn, hemû jî di encama hevdîtin û tifaqên Iraqê yên bi dewleta Tirkiye û xêrnexwazên me re tên kirin, di pêkanîna wan de zext li ser wargehê tê pêkanîn.”

‘Bi her awayî zehmetiyan çêdike’

Elî diyar kir ku ji 2019’ê heta niha, herêma Kurdistanê ambargoyek daniye ser wargehê, ev jî bi hevdîtina dewleta Tirk ya bi PDK’ê re pêkhat û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Ambargoya ku niha jî tê meşandin, em dikarin bêjin her çendî Iraq di ragihandinê de piştevaniya xwe ya ji bo pêngava Rêber Apo ya aştî û civaka demokratîk dayî destpêkirin destnîşan bike jî, lê di rastiyê de ji bo ev pêngav negihije encamek baş bi her awayî zehmetiyan çêdike. Ji ber ku em civakekî 30 salin bi ziman û çanda Kurdî, bi exlaqê netewa demokratîk xwe perwerde dikin, em dixwazin civaka exlaqî û polîtîk avabikin. Xuliqandinek ya wê çêbûye û wê bikaribe di dema pêş de vê pêngava Rêber Apo li gorî erk û berpirsyartiyên xwe di nava Kurdistan, Rojhilata Navîn û Tirkiye de belavbike û bide fêhmkirin.”

‘Wê berxwedana me berdewam be’

Elî Bilehî di dawiya axaftinên xwe de bi bîr xist ku jixwe Tirkiye û PDK vê têkoşîna wan dizane ku li hemberî koletî û mîrîtiyê ye û wiha axivî: “Di netewa demokratîk û pêngava Rêbertî ya aştî û civaka demokratîk de ne mîrîtî û ne jî koletî heye, tenê bi hev re jiyankirin û rêhevaltî heye. Ji bo wê em bang li hemû hêz û saziyên ku bi wargehê re eleqeder dibin û mafê mirovan diparêzin dikin ku li erk û berpirsyartiya xwe xwedî derbikevin vê ambaroya ku li dijî exlaqê mirovahiyê bidin rakirin. Her wiha daxwaza me ji hikûmeta Iraqê jî ewe ku wek dewlet neyê lehîstoka dewleta Tirk û PDK’ê. Vê civakê hêza ku ji Rêbertî girtî, têkoşîna ku 30 salin dike û pê bandor bûye, di wê îdeolojiyê de teslîm bûn, koletî nîne. Çiqas ambargo û zilim bê meşandin jî, ev berxwedan û têkoşîna me berdewam be.”