Pisporê Ewlehiyê: Wê şerê Îsraîl û Îranê herî zêde bandor li Iraqê bike

WESAM ZEHRUNÎ-BEXDA

Pisporê Ewlehiyê Ednan Kinanî da diyarkirin ku şerê navbera Îsraîl û Îranê wê herî zêde bandorê li ser Iraqê bike û got: “Dibe komên çekdar yên li Iraqê jî tevlî vî şerî bibin. Ger ev şer berdewam bike, wê bandorê li ser tevayî cîhanê bike.”

Pisporê Ewlehiyê Ednan Kinanî têkildarî şerê di navbera Îsraîl û Îranê de her wiha bandora wê ya li ser Iraq û cîhanê ji ajansa me re axivî.

عەدنان كنانی

Ednan Kinanî da diyarkirin ku ger şerê navbera Îsraîl û Îranê berdewam bike, wê ne tenê bandorê li Iraqê bike, wê bandorek nerênî li ser tevayî cîhanê jî bike. Kinanî got: “Lê wê herî zêde bandora nerênî li ser Iraqê çêbike. Ji berku welatên din xwedî mekanîzma û parastina pêkhateyên xwe ne. Lê li Iraqê tiştek wisan nîne, depoyên wê valane û hêza wê ya yedeg jî ji bin kontrolê derketiye.”

Kinanî da zanîn ku ew hêvî dikin şer bi dawî bibe ji berku bandorek mezin wê li ser Iraq û herêmê bike.

Ednan Kinanî da diyarkirin ku komên çekdar ên li Iraqê (Heşda Şebî) li ser bingehê mezhebî û îdeolojî hatine avakirin û got: “Li gor rewş û bûyerên li herêmê rû didin tevdigerin, bawerim wê tevlî vî şerî bibin.”

(kş)