‘Herî zêde wê Iraq ji şer ziyanê bibîne’

BEXDA/ROJNEWS

Şîrovekarê siyasî Elî Beyder da zanîn ku wê şerê Îran û Îsraîlê dirêj bike û herî zêde jî Iraq jê ziyanê bibîne. Elî got ku divê Iraq ji bo parastina serweriya xaka gavên lezgîn bavêje.

Şîrovekarê siyasî yê Iraqî, Elî Beyder derbarê şerê di navbera Îsraîl û Îranê de, herwiha bandora wê ya li ser Iraqê ji ajansa me re axviî.

Elî Beyder got ku li gorî peyamên tund yên berpirsên Îsraîlê, dibe ku şerê di navbera Îran û Îsraîlê de dirêj bike û wiha pêde çû; “Li gorî min şer divê qonaxê de ranaweste, ji ber ku li gorî peyaman alîkariya ji bo Îsraîl bê sînore, bivî awayî jî wê aloziyên li herêmê gur bibin.”

Li gorî Elî wê herî zêde Iraq zirarê ji şerê di navbera Îsraîl û Îranê bibîne û got; “Dibe ku di dema bê de Iraq jî di şer de were bikaranîn, bi taybet jî hebûna komên çekdar yên nêzî Îranê, vê nîşan dide. Divê Hikumeta Iraq mijara bikaranîna asîmanê xwe ya ji aliyê Îsraîl û Îranê ve, bike rojevek navneteweyî û ji bo parastina serweriya xaka xwe pêngavên lezgîn bavêje.”

عەلی بەیدەر