NAVENDA NÛÇEYAN
Serokkomarê Iraqê Ebdul Letîf Cemal Reşîd di hevdîtina li gel Serokê Dadgeha Federal a Iraqê Casim Mihemed Ebud Emîrî de tekeziyê li ser çareseriyek bingehîn ji bo bi dawîkirina pirsgirêka muçeyê karmendên Herêma Kurdistanê kir.
Medya Iraqê Serokkomarê Iraqê Ebdul Letîf Cemal Reşîd ya li gel Serokê Dadgeha Federal a Iraqê Casim Mihemed Ebud Emîrî civiya.
Hat gotin ku di civînê de Serokkomarê Iraqê tekeziyê li ser çareseriyek bingehîn ji bo bi dawîkirina pirsgirêka muçeyê karmendên Herêma Kurdistanê kiriye.
Hat diyarkirin ku di civînê de Serokê Dadgeha Federal Casim Mihemed Ebud Emîrî jî diyarkiriye ku Dadgeha Federal li gor destûr û yasayên erkên xwe bicih tîne û berjewendî û mafên welatiyan mîsoger dike. Hat gotin ku Dadwer Casim diyarkiriye ku divê qeyrana muçeyê karmendên Herêmê li gor yasayan bê çareserkirin.
(kş)