Li Tahranê ji ber nerazîbûn nîşanî êrişan da, jinek hate binçavkirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Tahranê çalakvanek jin ji ber nerazîbûn nîşanî êrişên Îsraîlê da hate binçavkirin û cezayê girtîgehê li 5 jinên din jî hate birîn.

Li gorî malpera dengê binçavkiriyên Kurd û Îranê, çalakvana siyasî ya bi navê Mutehere Gûneyî li Tahranê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye binçavkirin û çarenûsa wê nayê zanîn.

Li gorî heman çavkaniyê Mutehere ji ber ku nerazîbûn nîşa êrişên Îsraîl yên li ser Îranê da û berpirsên herêmê weke sedema êrişan nîşan da, hatiye binçavkirin.

Heman çavkaniyê ragihand ku li 6 jinên Behayî yên niştecihê Kerec ên bi navê Mîrza Aqa, Mehîn Seadtimend, Mehşîd Seîdî, Semer Mesudî, Mona Zikayî û Nasir Rece, bi hêceta ‘propagandaya dijî dewletê’ cezayê 10 mehan girtîgehê û 2 sal qedexeya derketine derve hatiye birîn.

موتەهەرە گونەیی
Muhtere Gûneyî