NAVENDA NÛÇEYAN
Cîgirê Serokê Yekitiya Hawirde û Hinardeyê ya Herêma Kurdistanê Eta Mihemed Nurî diyarkir ku deriyên sinorî yên Herêmê li gel Îranê vekirine û çûnûhatin bi awayek asayî didome. Her wiha diyar kir di depoyên li Herêma Kurdistanê de têra bi mehan xurak heye û ti metirsiya kêmbûna xurakê li bazarên Herêmê de nîne.
Cîgirê Serokê Yekitiya Hawirde û Hinardeyê ya Herêma Kurdistanê Eta Mihemed Nurî di derbarê bazirganiya Herêma Kurdistanê ya li gel Îranê û rewşa bazara Herêma Kurdistanê de agahiyan parve kir.
Eta Mihemed Nurî eşkere kir ku tevayî deriyên sinorî yên li gel Îranê vekirîne û tevgera bazirganiyê bi awayek asayî didome.
Her wiha Eta Mihemed diyarkir ku ti metirsiyek ya kêmbûna xurakê li Herêma Kurdistanê nîne. Eta got ku di depoyên Herêma Kurdistanê de têra bi mehan madeyên xurakê hene.
Eta Mihemed Nurî da diyarkirin ku metirsiya nebûna xurak û kelûpelan li bazarên Herêma Kurdistanê nîne.
Her wiha diyarkir ku komîsyonên wan çavdêriyê li ser nirxên bazarê dikin û rê nadin ti kesek nirxan bilind bikin.
Li Herêma Kurdistanê 32 deriyên sinorî hene, lê tenê şeş ji vana ji aliyê Herêma Kurdistan û Iraqê ve fermî hatine naskirin.
(kş)