Şoxan Kamil bi nexşandina cerikan debara xwe dike

ROJNEWS-SILÊMANÎ

Jinên Kurd bi dirêjahiya dîrokê di gelek pîşeyan de şopên xwe hêlane, bi karê nexşandin û dizaynê ciwaniyê bi jiyanê bexşîne û bi hewlên xwe civakê pêşxistine. Ev destrenginiya jinan di roja me ya îro de jî berdewame.

Yek ji van jinan jî jina behremend a xelkê bajarê Silêmaniyê ya bi navê Şoxan Kamil a temen 37 saliye. Ev 15 salin ew karên dirûtinê û 4 salin jî karê dizaynkirin û nexşandinê li ser cerikên ji heriyê, termûz û perdaqan dike.

Şoxan Kamil a ku giringiyê bi pîşeyê xwe dide, vê hunera xwe wek çavkaniyek debarê bikartîne û di heman demî de jî bi nexşandina kelûpelan çandeke Kurdan diparêze.

Şoxan Kamil têkildarî karê xwe got: “Ez bi xwe dizaynê ji bo cerikan dikim û bi çanda Kurdî wan dinexşînim. Mijûlahî û demek zêde ji vî karî re pêwîste. Ev jî girêdayî meznahiya kelûpelane. Madeyên ku ez bikartînim bi ben wan bi mûmê bi perdaq yan jî cerikan ve di zeliqînim. Ji bilî wê jî heriya seramîkan bikartînim. Destpêkê nexş çêdikim û piştre jî heriya seramîkê li ser cerik dizayn dikim. Sê ta çar saetan dimîne heta hişk dibe.”

Di dewamê de Şoxan Kamil diyarkir ku wê bi vî karî kariye debara xwe û malbatê bike û got: “Ez muçexwerê hikûmeta Herêmê me, lê ji ber nedana muçe û qeyrana aborî min pişta xwe bi vî pîşeyî girêdaye. Bi hevkariya malbata xwe ez karê xwe berdewam dikim û jêhatinên xwe nîşanî civakê û jinên din didim.”

Di dawiyê de jî Şoxan Kamil bang li jinan kir ku giringiyê bi huner û jêhatinên xwe bidin, her wiha baweriyê bi xwe bînin û bibin xwedî dahata xwe ya taybet.

(kş)