Balyozê dewleta Tirk yê Iraqê bi Qasim Erecî re civiya

NAVENDA NÛÇEYAN

Balyozê dewleta Tirk a dagirker yê Iraqê Anil Bora Înan serdana Şêwirmendê Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê Qasim Erecî kir.

Ofîsa Ragihandinê ya Şêwirmendê Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê Qasim Erecî, ragihand ku balyozê dewleta Tirk yê Iraqê Anil Bora Înan, bi Qasim Erecî re civiyaye. Tê gotin civîn li ofîsa Qasim Erecî ya li Bexdayê pêkhatiye.

Li gorî daxuyaniyê di civînê de rewşa herêmê, şerê di navbera Îsraîl û Îranê de, hatiye guftugokirin. Hate gotin ku Qasim Erecî balkêşa ye ser parastina sînorên hevbeş yên Iraq û welatên cîran û binpêkirina serweriya asîmanê Iraqê jî şermezar kiriye.

Hêjayî gotinê ye rojane balafirên dewleta Tirk a dagirker asîmanê Iraq û Herêma Kurdistanê binpê dikin, lê dengek ji hikumetan dernakeve.