Mendelawî daxwaza civînek awarte ji Parlementoya Iraqê kir

NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê Yekem yê Serokê Parlementoya Iraqê Muhsin Mendelawî da diyarkirin ku Îsraîl serweriya asîmanê Iraqê binpê dike û êdî ew li beramberî vê rewşê bêdeng namînin. Mendelawî banga bi lez a civînek ne asayî li parlementoyê kir.

Cîgirê Yekem yê Serokê Parlementoya Iraqê Muhsin Mendelawî têkildarî karanîna qada hewayî ya Iraqê ji aliyê Îsraîlê ve ji bo êrişkirina li ser Îranê daxuyaniyek belav kir.

Mendelawî di daxuyaniya xwe de bang li serokatiya parlementoya Iraqê kir û got: “Ez bang li serokatiya parlementoyê dikim ku ji bo nîqaşkirina rewşa herêmî, êrişên Îsraîlê yên li ser xaka Îranê ku bi rêya qada hewayî ya Iraqê dike, civînek awarte lidarbixe.”

Di dewamê de Mendelawî diyar dike ku kiryarên Îsraîlê binpêkirina serweriya Iraqê û gefeke rasterast a li ser ewlehî û aramiya Iraqê ye. Mendelawî got: “Em nikarin vê binpêkirina metirsîdar qebûl kin û çavê xwe jêre bigrin.”

Mendelawî da zanîn ku ev rewş Iraqê vedikêşe nava aloziyên herêmî û ev yek jî xizmetê ji berjewendiyên bilind yên Iraqê re nake.

Mendelawî di dirêjiya daxuyaniya xwe de dibêje: “Ewlehiya me ya netewî di ser her tiştî re ye, em hevsoziya xwe ya temam bi Komara Îslamî ya Îranê ya di rûbirûbûna van destdirêjî û tawanên Îsraîlê de nîşan didin.”

Di dawiyê de jî Cîgirê Yekem yê Serokê Parlementoya Iraqê Muhsin Mendelawî got: “Daxwaz ji hikûmeta Iraqê, Wezareta Karên Derve û Parastinê, her wiha aliyên peywendîdar dikim ku giliyê xwe yê fermî li dijî Îsraîlê pêşkêşî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bikin.”

Hêjayî gotinê ye 3 rojin Îsraîl û Îran bi muşek û balafiran êrişî hev dikin. Di van êrişan de qada hewayî ya Iraq û Herêma Kurdistanê tê bikaranîn. Vê yekê jî nerazîbûna aliyên Iraqî bi xwere aniye.

(kş)