Hizbûlaha Iraqê gefa êrişan li ser baregehên Emerîkayê xwar

NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê Giştî yê Ketayîb Hizbûlaha Iraq ragihand ku daxwaza girtina balyozxaneya Emerîka ya li Bexdayê û derxistina hêzên Emerîkî dikin û got: “Em lîv û tevgera leşkerên Emerîkî li herêmê ji nêz ve dişopînin. Ger ew destwerdanê di şer de bike, emê rasterast li dijî berjewendî û baregehên wê yên li seranserê herêmê belav bûne, tevbigerin.”

Sekreterê Giştî yê Ketayîb Hizbûlaha Iraq Ebû Hisên Hemîdawî, di derbarê egera destpêkirina êrişên li ser baregeh û berjewendiyên Emerîka yên li Iraq û herêmê de, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo rawestandina êrişên Îsraîlê pêwîstiya Îranê bi piştgiriya leşkerî ya ti hêz û kesî nîne, xwedî wê hêzê ye ku Netenyahû şermezar bike û zilma wî sînordar bike. Ebû Hisên Hemîdawî diyar kir ku ‘Îran dê bi wêrekî û berxwedanê rûbirûyê êrişa Îsraîlê bibe’.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate ragihandin: “Em lîv û tevgera leşkerên Emerîkî yên li herêmê ji nêz ve dişopînin. Ger ew destwerdanê di şer de bike, emê rasterast li dijî berjewendî û baregehên wê yên li seranserê herêmê belav bûne, tevbigerin. Li gorî rewşa heyî, erkê hikûmeta Iraqê û Çarçoveya Hemahengiyê ye ku ji bo rêgirîkirina gurbûna şer, berpirsiyariyên xwe bigirin ser xwe û helwesteke wêrek werbigirin. Ev yek jî dê bi girtina balyozxaneyê û vekişîna leşkerên Emerîkî ji welatê me were kirin. Ji ber ku ew gefê li ser ewlehiya Iraqê û aramiya herêmî dixwin.”

Hêjayî gotinêye ku ji ber berfirehbûna êrişên beramber yên Îsraîl û Îranê, bi taybetî li welatên ku komên çekdar ên alîgirê Îranê hene; Iraq, Lubnan û Yemenê, metirsî û xeteriya destpêkirina êrişan bi xwe re aniye.

(fk)