NAVENDA NÛÇEYAN
Serokwezîrê Iraqê û Serokkomarê Îranê bi rêya telefonê axivîn. Sudanî amadebûna Iraqê ji bo dabînkirina hemû alîkariyên pêwîst ji bo çareserkirina şûnwarên êrişên li ser Îranê anî ziman.
Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrtiya Iraqê ragihand ku îro Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî bi rêya telefonê li gel Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan re peywendî danî.
Gorî daxuyaniya hatî belavkirin, Serokwezîrê Iraqê, hevxemiya hikûmet û gelê Iraqê li gel Îranê ku bi êrişeke eşkere ya siyonîst re rû bi rû maye, nîşan da û fikarên xwe ji bo ewlehî û aramiya wê tekez kir ku ji ber ew bi ewlehî û aramiya herêmê ve girêdayî ne.
Her wiha Mesûd Pezeşkiyan jî ji bo helwestên Iraqê spasiya xwe anî ziman û diyar kir ku divê welatên Îslamî li dijî tiştên ku Îsraîl dike helwestek yekgirtî nîşan bidin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Sudanî di çarçoveya hevgirtina ku welatên Îslamî tîne cem hev de, amadebûna Iraqê ji bo dabînkirina hemû alîkariya pêwîst ji bo çareserkirina şûnwarên êrişên li ser Îranê anî ziman.
(fk)