NAVENDA NÛÇEYAN
Îranê pêlek nû ya êrişan li ser Îsraîlê da destpêkirin û Îsraîlê bang li welatiyên xwe kir ku ji bo ewlekariyê derbazî stargehan bibin.
Di çarçoveya bersivdayîna êrişên Îsraîlê de, medya fermî ya Îranê ragihand ku Îranê pêlek nû ya êrişan li ser Îsraîlê bi taybet li ser Tel Avîvê daye destpêkirin. Her wiha Îsraîlê jî bang li welatiyên xwe kir ku derbazî stargehan bibin.
Li gorî medya Îsraîlê belav kirî, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsrael Katz bi Serokê Fermandariya Giştî ya Îsraîlê Eyal Zamiri, Serokê Mosadê David Barnea û berpirsên leşkerî yên payebilind re civiya û daxwaz ji artêş û operasyonên Mosadê yên di nav Îranê de kir ku heta ku zirarên cidî bidin pergalên atomê, parastina hewayî û mûşekî yên Îranê, berdewam bikin.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê ragihand ku desthilatdarên niha yên Îranê siyasetek xelet dimeşînin, ku ev yek bûye sedem ‘Tehran bibe Beyrût û niştecihên wê bibin dîlgirtî’.
(fk)