NAVENDA NÛÇEYAN
Îranê ragihand ku di encama êrişên îro yên Îsraîlê li ser Îranê de, 5 leşkerên Artêşa Pasdaran hatin kuştin.
Rojnameya Kîhanî Îranê, ragihand ku di êrişên îro yê Îsraîlê yên li ser Îranê de, 5 leşkerên Artêşa Pasdarên Îranê hatin kuştin.
Derbarê nasnameya leşkeran de agahî hate parvekirin û wiha hate ragihandin: “Leşkerên mirîn xelkê Xorasan a başûrê Îranê bûn. Navê wan wihane; Mihemed Şayan Ferid, Îsmaîl Nadî, Mehdî Zîba, Yunis Oferistî û Murteza Îbrahîmî Karşod.
Hêjayî gotinêye ku êrişên beramber ên Îsraîl û Îranê berdewamin. Îro jî Îranê pêlek nû ya êrişan li ser Îsraîlê taybet Tel Avîvê da destpêkirin. Ji ber dirêjbûna şerê navbera her du welatan de, metirsî û fikarên berfirehbûna şer li herêmê heye.
(fk)