NAVENDA NÛÇEYAN
Artêşa Îsraîlê ragihand ku balafireke barhilgir a leşkerî li balafirgeha Meşhed ya li rojhilatê Îranê hatiye hedef girtin.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Effie Defrin bi daxuyaniyekê ragihand ku balafirek barhilgir a leşkerî li balafirgeha Meşhed a li rojhilatê Îranê hatiye hedef girtin.
Defrin got: “Hêza hewayî ya Îsraîlê li balafirgeha Meşhedê balafirek sotemeniyê ya Îranî xist. Hêza hewayî hewl dide serdestiya hewayî li seranserê Îranê bi dest bixe ku ev mezintirîn êrişa ku ji destpêka operasyonê ve destpê kiriye ye.
Li aliyê din nuçeya bombebarankirina balafirgeha Meşhed ji aliyê medya Îranê ve jî hate piştrast kirin.
Hêjayî gotinêye ku 3 rojin êrişên beramber ên Îran û Îsraîlê berdewamin. Di ecama êrişên îro yên her du aliyan de ziyanek mezin a canî û madî çêbû. Mûşekên Îsraîlê li nêzî Balyozxaneya Iraqê ya li Tehranê ketin. Zêdebûna êrişan, metirsiya berfirehbûna şer derdixe holê.
(fk)