Xelkê Mexmûrê li dijî rêgirî, girtin û zilma tê kirin, meşiyan

MEXMÛR-ROJNEWS

Xelkê Wargeha Penaberan a Memxûrê li dijî rêgirî, girtin û zilma li hemberî wan tê pêkanîn meşiyan û bang li gelê Kurd kirin ku li Mexmûrê xwedî derbikevin.

Ji 10’ê Nîsanê ve dewleta Iraqê ambargoyê li ser civaka Mexmûrê ferz dike, di vê çarçovê de ji 14’ê Gulanê ve sê rêveberên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji aliyê Iraqê ve hatine girtin. Ji bo balkişandin li ser vê rewşê, Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Memxûr) ber bi avahiya Neteweyên Yekbûyî ve meşiyan.

Meş li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi amadebûna gel destpê kir. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Berxwedan jiyane’ hatin qêrîn, her wiha posterên Rêber Apo û wêneyên hersê rêveberên Wargeha Penaberan a Mexmûrê yên hatîn girtin, hatin bilind kirin.

Meş li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li wargehê rawestiya û li wir daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên têkoşîna Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê xelkê wargehê Dayika Hevserokê Şaredariya Mexmûrê Edban Yilmaz ku hatiye girtin, Fadîle Yîlmaz axivî.

Fadîle Yîlmaz di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser berxwedana 30 salan ya ku penaberên Mexmûrê dide meşandin û wiha got: “Roja em penaberî Iraqê bûne heta niha me bi qasî serê derziyekê ziyan negihadiye dewleta Iraqê. Lê em hertim rastî bê mafî û zilma dewletê hatine. Ev 3 mehin rê li me hatiye girtin, karkerê me tên girtin û zilm li wan tê kirin. Rêveberên me ji bo doza mafê me bikin çûn mêvandariya wan hatin girtin. Ji roja hatîn girtin heta niha ne dihêlin parêzer ne jî di hêlin malbat biçin wan bibînin. Bi xwe jî dizanin me heta vê kêliyê ti carî zilmî nepejirandiye û em li hemberî vê zilmê penaber bûne.”

Fadîle Yîlmaz di dawiya gotinên xwe de bang li tevahî mirovahiyê kir ku xwedî li gelê wargehê û girtiyên wan derbikevin û wiha got: “Em bang li saziyên mafê mirovan û gelên azadîxwaz dikin ku xwedî li gelê wargehê derbikevin û di zûtirîn dem de zarokên me bidin berdan.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Kesek nikar roja me tarî bike’ bi dawî bû.

Piştî daxuyanî bi dawî bû, gel bi qasî du demjimêran li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li wargehê, çalakiya rûniştinê lidarxist.

(jp-xt/fk)