NAVENDA NÛÇEYAN
Serokê Emerîkayê Donald Trump diyar kir ku gelek civîn tên lidarxistin, divê Îsraîl û Îran bigihîjin rêkeftinekê.
Serokê Emerîkayê Donald Trump ragihand ku wê Îran û Îsraîl di demek nêzîk de aştiyê bibînin. Her wiha Trump got gelek civîn tên lidarxistin, divê her du welat bigihîjin rêkeftinekê.
Trump di nivîsa xwe ya li ser platforma Truth Social de anî ziman ku divê Îran û Îsraîl bigihîjin rêkeftinekê û wê di demekê nêzîk de aştî misoger be.
Roja înê Îsraîlê êrişek berfireh li dijî bernameya nukleerî û navendên leşkerî yên cuda yên li Îranê pêk anî. Di encamê de gelek fermandarên payebilin ên hêzên çekdarî yên Îranê, Pasdar û zanyar hatin kuştin, tesîsên sereke yên uranyumê hatin wêrankirin. Tehranê jî bi gelek moşek û balafirên bêmirov bersiva êrişa Îsraîlê da.