Egerên şerê Îran-Îsraîlê

HALÎT ERMÎŞ

Ger şerê Îran-Îsraîlê ji çarçoveya xwe ya niha derkeve dê çi bibe? Geşedanên gengaz dê çawa li herêmê xuya bibin, kî dê beşdar bibin û bandora wan dê çi be?

Pêşbînîkirina şerê ku bi êrişa Îsraîlê ya li ser Îranê di 13’ê Hezîranê de destpê kirî dê ber bi ku ve biçe, zehmete. Tevî ku gelek welat û rêxistinên navneteweyî banga nermbûnê (xwînsarî) dikin jî, lê şer her ku diçe kûrtir dibe û wêrankertir dibe. Ji ber ku Îran bersiva êrişan daye.

Wê demê ev geşedan çi nîşan didin? Gelo egera tevlîbûna hêzên din di şer de çi ye? Di rewşek wiha de, şer dê çiqasî wêranker be?

Ya ji wê wêdetir û girîngtir, gelo şerekî Îsraîl-Îranê dikare bibe şerekî atomî yê navbera dewletan?

Şer dê li herêmê berfireh bibe an na?

Gengaze ku Îsraîl dozaja şer zêde bike. Ji ber ku di daxuyaniyên Netanyahu belavkirî de ragihandibû ku şer êdî bi tenê pêşîgirtina li hilberîna çekên nukleerî ve sînordar nabe. Netanyahu gotibû ku armanca wî ‘guhertina rejîma Îranê’ ye.

Piştî ku Îranê şoka êrişan ser xwe avêt, yekser derbasî qonaxa bersivdayînê bû. Tevî windakirina fermandar û zanyarên xwe yên sereke, Îranê nîşan da ku ew dikare bersiva Îsraîlê bide.

Îsraîlê bi daxuyaniyên ku dibêjin ‘şer wê hîn wêrankertir be’, êrişên xwe leztir kiriye. Ger bersiva Îranê zirarên ‘vekişîner’ li hundirê Îsraîlê çêneke, gengaze ku Îsraîl berê xwe bide hevpeymanên xwe yên herêmî. Ev rewş erdnîgariya şer firehtir dike.

Dibe ku Hûsî beşdarî pêla nû ya êrişan bibe

Îranê heta niha şerê xwe bi rêya hêzên wekaletê meşandiye. Lê, tiştê ku di destê wî de maye Hûsiyên li Yemenê ne ku em niha dikarin wan wekî ‘hevalbendê wî yê tam’ bi nav bikin.

Ger Îran di hundir de bi zehmetiyên cidî re rû bi rû bimîne, egerek mezin heye ku ew şer bibe Kendavê. Ji ber ku bi Peymanên Birahîm ên ku bi Îsraîlê re hatibûn çêkirin, welatên Ereban Îsraîl hilbijartibûn. Şermezarkirinên ji van welatan ên piştî şer hatîn kirin, ji bilî rizgarkirina rû û rûmetê ti wateyên wan nînin.

Her wiha di êrişên demdirêj ên Hûsiyan yên li ser keştiyên barhilgir li Derya Sor û Adenê, Îran ‘hêza tîmarker’ tê dîtin. Ji sala 2019’an vir ve di navbera Îran, Erebistana Siûdî û Îmaratê de pevçûn hene ku carinan dibin sedema êrişên rasterast.

Ger Îran li dijî Îsraîlê zehmetiyên ciddî bikşîne, ew dikare şer bi rêya Hûsiyan bibe van deveran. Ev rewş tê vê wateyê ku Kendav dê dîsa germ bibe û Erebistana Siûdî û Îmarat dê rasterast an nerasterast tevlî şer bibin.

Gelo dê DYA beşdarî şer bibe?

Li aliyê din ê senaryoya gengaz Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê heye. Divê em vê rastiyê ji bîr nekin ku DYA hêza sereke ya hevpeymaniya herêmî û cîhanî ya Îsraîlê ye. Gotina Joe Biden ya dema ku Cîgirê Serokê Emerîkayê bû ku digot ‘Heke Îsraîl tunebûya, ji bo parastina berjewendiyên xwe diviyabû me yek din îcad bikira’ pir girînge. Di esas de Biden li vir ne nêrîna xwe ya şexsî, nêrîna Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê wekî dewletek parve kiribû.

Di vê rewşê de, ger Îsraîl xwe di rewşek dijwar de li dijî Îranê bibîne, DYA ku niha piştgiriya nerasterast dide, dê rasterast li kêleka Îsraîlê bikeve şer.

Di heman demê de, ger êrişî Erebistana Siûdî an Îmaratê bê kirin, bi egerek mezin DYA dê ji bo parastina wan mudaxele bike. Di vê rewşê de, hedefa yekem dikare Hûsî bin. Ev dikare bibe sedem ku Îran bertekek tundtir nîşan bide û li dijî DYA’yê şer îlan bike. Ev senaryo tê wê wateyê ku DYA rasterast tevlî şer bibe.

Îngîltere wê beşdarî bendekeyê bibe?

Îngîltere di roja duyemîn a şer de balafirên şer şandin herêmê. Wê demê gelo dê tevlî şer bibe? Wisa xuya dike ku Îngîltere ji bo ku rola xwe ya ku di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de li herêmê lîstiye ji nû ve bi dest bixe û li meydanê û li ser maseyê bibêje ‘ez jî heme’ dê hewlên xwe bidomîne.

Lê eşkere ye ku şandina balafirên şer ne ji bo avakirina aştiyê ye. Daxuyaniya Serokwezîrê Îngîltereyê Keir Starmer ku dibêje; “Brîtanya deme dirêje li ser bernameya nukleerî ya Îranê fikarên xwe hene” bi zelalî armanca serdana wî eşkere dike.

Tevlîbûna muhtemel a DYA û Îngîltereyê ya di şer de dê rewşek navneteweyî li rewşa heyî zêde bike. Ev dikare bibe sedem ku ev pêvajoya ji sala 2011’an vir ve bi rêya hêzên wekaletê tê meşandin, di 13’ê Hezîranê de veguherî şerekî navbera dewletan, rewşek cîhanî bigire.

Destwerdana rasterast a DYA û Îngîltereyê ya di şer de, wê bertekek çawa li gel welatên wek Rûsya û Çînê ku bi Îranê re tevdigerin, biafirîne? Ev yek tam ew mijara serekeye ku dê vî şerî bigihîne karekterekî cîhanî. Bê guman vê yekê, dem dê nîşan bide.

Dibe ku Iraq neçar bimîne biryarek jiyanî bide

Welatekî din ku dibe ku ji şer bandor bibe bê guman Iraqe. Iraqê ji destpêka şer ve ragihandiye ku dixwaze bêalî bimîne. Heta Iraqê daxwaz ji NY kir ku ji bo rêgirîkirina balafirên Îsraîlê qada hewayî ji bo êrişên li ser Îranê bikarbîne, destwerdanê bike.

Lê Iraq ji aliyekî ve di bin kontrola DYA û ji aliyê din ve jî di bin kontrola Îranê deye. Ji ber vê yekê, di rewşa berfirehbûna şer de, ew welatê ku dê herî zêde zehmetiyê bikşîne û heta herî zêde zirarê bibîne ye. Gefên hêzên Heşdî Şeebî yên ji bo êrişkirina ser baregehên Emerîkî hîn jî li ser mêze ne. Ger tiştekî wiha ji hundirê Iraqê pêş bikeve, dibe ku Iraq xwe di nava şerekî giran de bibîne.

Ger Îran nikaribe di hundirê xwe de zirarê bide Îsraîlê û şer ber bi aliyê ku ew dixwaze ve nebe, dibe ku ew ji têkiliyên xwe yên li Iraqê daxwaz wergirtina tedbîran bike. Di vê rewşê de, metirsiya belavbûna şer li Kendavê jî zêde dibe.

Tirkiye wê ji şer çawa bandor bibe?

Yek ji welatên ku bê guman dê ji şer bandor bibe, Tirkiye ye. Ji roja yekem a şer ve şermezarkirina Îsraîlê, ji aliyê Tirkiyeyê ve bi alîgiriyê nayê ravekirin. Tirkiye yek ji dewletên ku herî zêde ji bandora şer ya li ser wî bike, ditirse ye.

Tirkiye ji sala 2011’an ve li gel Îranê, dewletek li herêmê li pey hegemonyayê ye. Tevlîbûna wê ya di şerê Sûriyeyê de hemû li ser vê bingehê pêş ket. Bi ser hêzên wekalet ên weke Îranê re şerkirin, ji bo berjewendiyên xwe baştir dît.

Lê, tevgerîna bi şêwazê xweser a Kurdan, hilweşîna rêxistinên selefî yên radîkal ên wekî DAIŞ’ê û piştre hilweşîna rejîma Bees’ê hesabên wan xirab kir. Her wiha li pêşiya bi rêya HTŞ’ê zêdekirina giraniya xwe ya li Sûriyeyê de jî Îsraîl bû asteng.

Hesabê malê û bazarê ji hev negirt. Tirkiye ku xwe li ser diyalektîka nakokî û têkiliya bi Îranê re ava dike, piştî êrişên li ser Xezayê û Hizbullahê derbasbûna Îsraîlê ya li nav Sûriyeyê wekî dijî berjewendiyên xwe nirxand.

Li aliyê din berdewamkirina têkiliyan di nav diyalektîka nakokî-têkiliyan li gel Îrana ku di bin gefa Îsraîlê û dorpêça hêzên cîhanî deye, bêhtir di berjewendiya Tirkiyeyê de bû. Sedem û faktora sereke ya ku van her du hêzan anî gel hev, siyasetên wan ên dij-Kurd ên dîrokî û yên niha bûn.

Îhtîmala ku Îsraîl bibe hêzek hegemonîk li herêmê, bi taybetî bi rêya hilweşandina Îranê, dikare hemû hesabên Tirkiyeyê serûbin bike. Dibe ku Tirkiye ne direwşek wiha de be ku neçar bibe di navbera du aliyan de hilbijartinekê bike; wek mîna Iraqê. Lê ev nayê wê wateyê ku ewê ji şer bandor nebe. Di demek ku li seranserê herêmê sîstem tê guhertin de, li dijî xwezaya tiştane ku Tirkiye wek xwe bimîne.

Daxuyaniya Bahçelî di vî warî de balkêş bû. Her kes dibêje, Qibris dê bibe beşek ji vî şerî. Îsraîl û hêzên cîhanî dê bixwazin rêya bazirganiyê ya Deryaya Spî kontrol bikin. Sedema sereke ya şerê Xezayê ev rêya ji Hindistanê ber bi Ewropayê ve diçe ye ku ji bo vê yekê Xezayê tê wêrankirin. Di demek wiha de ne gengaze ku Qibris wekî xwe bimîne.

Aloziyên ku çêdibin, dê ji nû ve avakirinek radîkal hem di hevpeymaniyên herêmî û hem jî yên gerdûnî de neçar bike. Helwesta Tirkiyê di vê rewşê de dê çi be? Ev nîşana pirsê ya esase.

Alîgirtina an jî negirtina dewleta Tirk li aliyekê, eşkere ye ku ewê hewl bide siyaseta xwe ya dij-Kurd a li Sûriyeyê hilgire Rojhilatê Kurdistanê jî. Bi vê siyaseta ku dê bişibe ya ku li Sûriye-Rojava tê meşandin, dê rêbazên cûda biceribîne. Ji bo ku di ji nûve avakirina Îranê de pêşî li derketina Kurdan wekî ‘hêzek’, bigire.

Bi heman awayî, bi salane li ser hesaba ku rojekê şer bi awayekî cuda ber bi van deveran ve were veguhestin, Tirkmenên li Iraqê birêxistin û çekdar dike. Ger Iraq bê guman tevlî vî şerî bibe, dibe ku dewleta Tirk hewl bide ku Kurdan bi Tirkmenan re rûbirû bîne. Her wiha dibe ku bi kişandina hinek beşên Erebên Sunnî li aliyê xwe û misogerkirina ew bibin hêzek li dijî Şîeyan, planên ji bo bandora xwe li herêmê ava bike çêbike.

Dibe dawiya li Sûriye dubare bibe

Ev hesabên dewleta Tirk ên li qada Sûriyeyê bi ser neketin. Planên wî yên ku bi deh hezaran çeteyan ve li qadê hebin û Sûriyeyê bixin bin kontrola xwe de, bi taybetî bi rêya dijberiya Kurdan, hemû pûç bûn. Wê demê, siyaseta herî baş a ku divê dewleta Tirkiyeyê bişopîne ewe ku bi awayekî rast nêzî pêvajoya ku bi Rêber Apo re dimeşîne bibe û pirsgirêka Kurd li ser bingehek demokratîk çareser bike.

Divê bi awayekî stratejîk nêzî pêvajoyê bibe, ne bi awayekî taktîkî; Dijminatiya xwe ya li hember Kurdan deyne aliyekî, divê bibîne ku di vê çerxerêya dîrokî ya ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin de, rêya ku wî derxîne rêya rast, ev rêye. Ger na, ewê heman dawiya ku li Sûriyeyê dîtî, li Başûr û Rojhilat jî jiyan bike.

Kurd di qonaxek krîtîk de ne

Gelekî din ê ku ji şerê herêmî bandor bûye Kurdin. Lê di rastiyê de ev şer ne şerê Kurdane. Çiwas di rastiyê de ev wiha be, nayê wê wateyê Kurd ji vî şerî bandor nabin.

Çawa ku Kurdan di şerê li Sûriyeyê de xwe wekî gelek bêstatu yê herêmê birêxistin kirin û bi civakên din re helwestek xweser nîşan dan; di şerê Îran-Îsraîlê de jî ev yek dê ya herî rast be.  Daxuyaniya PJAK’ê di vî warî de gelek girîng û di cih de bû.

Bê guman, aliyên şer ên ku bandorek nerênî li ser Kurdan bikin dê hebin. Dema ku bombe û mûşek dibarin (bi taybetî jî dema ku ev yek li erdnîgariya Kurdan diqewime) ne gengaze ku mirov jê bandor nebe. Lê tiştê ku dê zirara vê yekê kêm bike û di heman demê de bingehek ji bo azadiyê ji Kurdan re peyda bike eve; Wekî rêya sêyemîn rêxistinkirina Kurdan, parastina xwe ya rewa kirin û dewletên heyî neçar bikin ku di dawiya şer de demokratîk bibin.

Bê guman, wergirtina wan ya statuya ku heq dikin ber bi dawiya dîzayna herêmî ve, tenê bi avakirina yekîtîya xwe li ser asta neteweyî bêyî ku rojekê jî winda bikin, dikarin bi dest bixin. Berovajiyê wê, ewê di dawiya şer de an dest vale bimînin, an jî bi neçarî teslîmî ferzkirinên hêzên herêmî û cîhanî yên heyî bibin.

Wek encam

Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de dikare bibe sedema pêşketinên pir bêdawî. Dibe ku şer hîn bêhtir rê li ber şerên herêmî û heta cîhanî veke. Dem dirêjkirina şer û berfirehbûna çarçoveya wî ne tenê dê avahiyên dewletê yên heyî biguherîne, ewê li herêmê wêraniyek çêbike û di encamê de wê wêraniyek mezin a aborî, koçberî, mirin, birçîbûn û bêkariyê li pey xwe de bîne.

Senaryoya dawiyek wiha di şerên Iraq û Sûriyeyê de xwe bi awayekî zelal nîşan dabû. Ji bo pêşbînîkirina ka ev dawî dê biqewime an na, divê em ne li daxuyaniyên ji dewletan tên kirin binêrin, li cihê ku berjewendî lê hene binêrin; lênêrîn û xwendina avahî û karakterê pergalê dê ya herî rast be.

(fk)