Li Herêmê ji ber metirsiya êrişan perwerde hatiye rawestandin

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Herêma Kurdistanê piştî biryara ‘5 roj betlaneya perwerdeyê’ ya Wezareta Perwerdeyê ku berî du roj ji bo hemû dibistanan ragihand, hate zanîn ku merasîmên mezûnbûna zanîngehan jî hatine betalkirin.

Ji ber berdewambûna êrişên beramber ên Îran û Îsraîlê, xelkê Herêma Kurdistanê û Iraqê ku herî zêde bandora şer hîs dikin, di rewşek bêsebr û bi fikar dene. Bi taybet li Hewlerê, welatî ji ber egera êrişan hewl didin dernekevin kolanan.

Şeva borî, êrişek li ser baregeha Emerîka ya li nêzîkî Hewlêrê ji aliyê sîstema parastina hewayî ya Emerîkayê ve hate rawestandin.

Di çarçoveya tedbîrên ji bo ewlekariyê li hember bandorên şerê Îran-Îsraîlê yên li ser Herêma Kurdistanê, Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê beriya du rojan ragihand ku ‘5 roj betlaneya perwerdeyê’ hatiye ragihandin. Betlaneya ku vê Yekşemê destpê kir, dê heta roja Înê û Şemiyê ku betlaneyên rûtînin, berdewam bike.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, gelek zanîngehên Herêma Kurdistanê jî ji ber metirsiya êrişan  merasîmên mezûnbûnê rawestandine.

(fk)