Li Amedê êrişên li ser Gerîlayên Azadiyê hatin şermezarkirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên tevî biryara fesix û agirbesta PKK’ê wekî ‘êrişên ji bo xirakirina pêvajoyê’ nirxand û li dijî şer îşaret bi avakirina xeta têkoşînê kir.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi dirûşmeya ‘Em li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jiyanê diparêzin’ li pêşiya AZC Plaza a li taxa Ofîsê daxuyanî da. Gelek kes tevlî daxuyaniyê bû û dirûşmeya ‘Ji şer re na, a niha aştî’ hate berzkirin.

Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Demê yê Platformê Mehmet Oktay ve hate xwendin. Oktay bi bîrxist ku piştî ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo ku di 27’ê Sibatê de kir, kongreya 12’emîn a PKK’ê hate lidarxistin û destnîşan kir ku tevî vê jî êriş dewam dikin.

Oktay êriş ên li ser qadên gerîla wekî ‘êriş ên ji bo xirakirina pêvajoyê’ nirxand û got: “Êriş ên heyî li dijî mafê hêviyê ye. Ev êriş careke din nîşan didin ku ev çalakiyên provokatîf ên bi vî rengî bi daxwaza domandina şer a hîn kesan tê kirin.”

‘Divê em li dijî şer xeta têkoşînê ava bikin’

Oktay bal kişand bi ser şerê Îsraîl û Îranê ku di rojên dawî de diqewime û wiha domand: “Ev şer nîşanî me dide ku divê em xeta têkoşînê ava bikin ku li dijî şer, xizanî û zilmê; wekhevî, azadî û civaka demokratîk diparêze. Li dijî şeran ne pêkan e ku em bi rêyekî din bimeşin.”

Oktay bang li her kesî kir ku êriş an şermezar bikin û her wiha bang rayedarên ku pêvajoyê dimeşînin kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.