Kongreya 7. ya YRA’yê bi encamnameyekê bi dawî bû

NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya 7’an a YRA’yê bi encamnameyekê bi dawî bû û tê de hat gotin; “Bi rêya vê kongreyê, YRA’yê hewl dide rola xwe ya neteweyî û civakî li gorî berpirsiyariya xwe ya nûnertîkirina hemû civaka Sûriyeyê pêk bîne, çalakî û xebatên xwe li ser bingeha xizmetkirina hemû civaka Sûriyeyê berfireh bike.”

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) vê sibehê, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo kongreya xwe ya 7’an li dar xist.

Di kongreyê de Evîn Îbrahîm û Idrîs Henan weke hevserokên nû û 23 endamên Meclisa Giştî ya YRA’yê hatin hilbijartin.

Kongre bi encamnameyekê bi dawî bû. Rojnamevan Binyad Cizîrî bi zimanê Erebî û rojnamevan Rebîe Îto bi zimanê Kurdî encamname xwendin.

Di encamnameyê de hat gotin ku YRA’yê kongreya xwe ya 7’an li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişloyê bi beşdariya 150 deleqeyî, hejmarek mêvan ji sazî û desteyên fermî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kesayetên rewşenbîr û nûnerên rêxistinên civakî, li dar xist.

Her wiha hate diyarkirin ku di kongreyê de peyamên pîrozbahiyê ji hêla hevserokên YRA’yê yên berê ve bi zimanê Kurdî û Erebî hatin xwendin. Dûre hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mela Îbrahîm axivî.

Her wiha peyamên pîrozbahiyê yên sazî û desteyên dostane, di serî de peyama Yekitiya Navneteweyî ya Rojnamevaniya Ereb hatin xwendin. Ev zêdetirî salekê ye ku YRA’yê tev li wê yekitiyê bûye.

Piştî axaftin hatin kirin û peyamên pîrozbahiyê hatin xwendin, dîwana birêvebirina kongreyê ji 5 endaman hat avakirin.

Dûre rapora giştî ya YRA’ya bi zimanê Kurdî û Erebî hat xwendin, naveroka wê hat nîqaşkirin, rexneyên delegeyan hatin kirin.

Paşê reşnivîsa nû ya rêziknameyê ku ji hêla komîteya amadekariya kongreyê ve hatiye amadekirin, bi zimanê Kurdî û Erebî hat xwendin û nîqaş li ser naverokê hat kirin. Her wiha ji bo hin guhertinan pêşniyar hatin kirin û hate erêkirin.

Di dawiya kongreyê de Evîn Îbrahîm û Idrîs Henan weke hevserokên nû yên YRA’yê û Meclisa Giştî ya nû ya YRA’yê hatin hilbijartin. Meclisa Giştî ji 23 endaman pêk tê û 5 jî yedek in. Ev meclis temsîla Sûriyeyê û tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dike. Her wiha kotaya ji bo jinan di meclisê de hate pejirandin.

Wê Meclisa Giştî ya nû civîna xwe ya yekemîn li dar bixe, ku desteya rêveber hilbijêre.

YRA’yê di encamnameya xwe de got: “Me kongreya xwe di wextekî hesas de ku Sûriyeyê di guhertinên mezin re derbas dibe li dar xist. Bi rêya vê kongreyê, YRA’yê hewl dide rola xwe ya neteweyî û civakî li gorî berpirsiyariya xwe ya nûnertîkirina hemû civaka Sûriyeyê pêk bîne, çalakî û xebatên xwe li ser bingeha xizmetkirina hemû civaka Sûriyeyê berfireh bike. YRA’ vê yekê li ser şopa şehîdên gotin û rastiyê dike.

Bi vê boneyê de em bi rêzdarî sembolên ragihandina azad, mamoste Seyîd Evran, Ezîz Koyluoglu, şehîdên Berxwedana Bendava Tişrînê Cîhan Bîlgîn, Nazim Daştan û Egîd Roj û tevahî şehîdên ragihandina azad, bi bîr tînin û soza xwe ya berdewamkirina rêça wan dubare dikin.”