Sudanî hêzên ewlehiyê xiste amadebaşiyê

NAVENDA NÛÇEYAN

Serfermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ferman da hêzên ewlehiyê ku hemû tedbîrên pêwîst ji bo parastina ewlehiya Iraqê bigirin û amadebûna Iraqê ji bo alîkariya Îranê nîşan da.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrtiya Iraqê ragihand ku îro Serfermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mıhemed Şiya Sudanî, ji bo nirxandina rewşa ewlehî û leşkerî, geşedan û aloziyên li herêmê diqewimin, serokatiya civînek awarte ya Konseya Ewlekariya Neteweyî kir.

Di daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrtiya Iraqê de hate ragihandin ku Konseya Ewlekariya Neteweyî, hevgirtina Iraqê ya bi Komara Îslamî ya Îranê re ku bi armanca gurkirina pevçûnan û têkbirina ewlehiya herêmî û navneteweyî ya ji aliyê Siyonîstan ve rastî êrişeke eşkere hatiye, dubare kir. Her wiha hate tekezkirin ji bo çareserkirina bandorên êrişê, Iraqê amadebûna xwe ji bo dabînkirina hemû alîkariyên pêwîst ji gelê Îranê re nîşan da.

Hate diyarkirin ku di civînê de, Sudanî balkişand li ser pêwîstiya girtina hemû tedbîrên pêwîst ji bo parastina ewlehiya Iraqê û qala pêşniyarên berê yên ji bo Wezareta Karên Derve kir ku di çarçoveya komîsyonên navneteweyî de ji bo parastina serweriya Iraqê û redkirina binpêkirinên ku ji hêla dezgeha siyonîst ve têne kirin bixebitin.

Her wiha Serokwezîrê Iraqê pêşniyarên xwe yên ji bo hêsanîkirina valakirin û vegera Iraqiyên ku li welatên herêmê, bi taybet yên li Îranê, asê mane nû kir.

(fk)