Bafil Talebanî êrişên li ser Îranê şermezar kir û banga diyalogê kir

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî bi peyamekê êrişên li ser Îranê şermezar kir û got: “Em tekez dikin ku divê Herêma Kurdistanê aram û di nava aştiyê de bimîne.”

Ofîsa Ragihandinê ya Serokatiya Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê, peyamek Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî ya di derbarê şerê di navbera Îran û Îsraîlê de belav kir.

Peyama Serokê YNK’ê Bafil Talebanî wihaye: “Em êrişên li ser Îranê şermezar dikin ku bûne sedema zêdebûna aloziyên li Rojhilata Navîn û binpêkirina eşkere ya serweriya Iraqê. Ev kiryar prensîbên yasa û rêziknameya navneteweyî lewaz dikin û gefê li rewşa hesas a herêmê dixwin.

Em sersaxiyê ji malbatên kesên ku di van êrişan de jiyana xwe ji dest dane re, bi taybetî jî ji sivîlên ku vê êşa dijwar derbas dikin re dixwazin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku ji bo pêşîlêgirtina geşedanên zêdetir, gavên rasterast bavêjin. Gelên Rojhilata Navîn pêwîstiya wan bi aştiyeke mayînde hene ku tenê bi diyalogê dikare pêk were.

Em tekezî dikin ku Herêma Kurdistanê aram û di nava aştiyê debe. Hemû hewlên me ji bo parastina gelê xwe û aramiya ku me pir bi ciddî ji bo wê xebitiye, misoger bikine. Heta di vê dema ku em di nav aloziyan de derbaz dibin jî.”

(fk)