Îsraîl: Îranê êrişek nû ya mûşekan pêkanî

NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku Îranê îşev çend cihên nû da ber mûşekan û tîmên agirkuj li cihên hatîn mûşek barankirin xebat dane meşandin.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku Îranê êrişeke nû ya mûşekî daye destpêkirin û da zanîn ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên Fermandariya Eniya Navxweyî ji bo deverên ku mûşekên Îranê lê ketine hatine şandin.

Her wiha Rêveberiya Parastina Sivîl a Tel Avîvê diyar kir ku tîmên rizgarkirinê ber bi avahiyek li peravê ve çûne ku ji aliyê mûşekek Îranê ve hatiye lêdan.

Medya Îsraîlê ragihand ku hişyariya êrişên hewayî li çend deverên navend û bakurê Îsraîlê hatiye kirin. Şahidan ji Reuters’ê re piştrast kirin ku dengê teqînan li asîmanên Tel Aviv, Quds û Heyfayê hatiye bihîstin.

Kanala 12 ya Îsraîlê jî ragihand ku Îranê di pêla dawî ya êrişan de 30 mûşek avêtine Îsraîlê.

(fk)