NAVENDA NÛÇEYAN
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan: Tengezariya Îran û Îsraîlê ya ku roja me ya îro em çavdêriya wê dikin, bi tenê di navbera du dewletên netewe de nîne, di navbera du sîstemên hêzê yên li pey hegemonyayê diçin, derdikeve holê. Mîna dewletên netewe yên din, li pêşiya dewleta netewe ya Îranê jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan du rê hene. Ya yekê, divê mîna rejîma Şahtiyê bi sîstemê re li hev bike. Ya diduyan, qutbûneke radîkal a ji sîstemê ye. Lê ev rê jî bi sedema ku hem olîgarşiya Şîa û hem jî hêzên hegemonîk ên Rojava (di serî de Îsraîlê) bêçareserî û bêhêz dihêle, bivênevê çareseriya modernîteya demokratîk ê bikeve dewreyê.”
Şerê cîhanê yê sêyemîn ku bêyî nav lê were kirin bi şerê kendavê û Iraqê re destpê kir, îro her ku diçe li cîhanê belav dibe. Piştî şerê li Sûriye, şerê li Rusya û Ukraynayê û niha jî bi şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de berfirehtir bûye. Ev şerên desthilatdaran ên li ser berjewendiyan tê meşandin, herî zêde zerer li civakê, taybet jin û zarokan kiriye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di paraznameya xwe ya ‘Çareseriya Neteweya Demokratîk û Pirsgirêka Kurd’ de di beşên ‘Hûnandina Dewleta Netewe yên Ereb û Îsraîlê’ û ‘Dewletdariya Neteweya Îrana ŞÎE û Rola Wê Ya Li Rojhilata Navin’ de nirxandinên giring dike ku encamên wê di roja me ya îro de têne dîtin.
Rêber Apo di nirxandinên xwe de dibêje: “Tengezariya Îran û Îsraîlê ya ku roja me ya îro em çavdêriya wê dikin, bi tenê di navbera du dewletên netewe de nîne, di navbera du sîstemên hêzê yên li pey hegemonyayê diçin, derdikeve holê. Ji ber ku Îran duyemîn hêze ku li pey hegemonyayê diçe û dixwaze bibe hegemon, divê mirov ji nêz ve li rewşa Îranê temaşe bike. Xanedaniya Riza Şah bernameyeke modernîteyê ya welê meşand ku rêûresma çanda Îranê da aliyeki teqlida Rojava kir. Hewl dan wê weke rejîmeke peyk a pêşî Ingilistan, paşê DYE heta ya Îsraîlê li ser piyan bigirin. Rêûresma çandî ya bi hêz oligarşiyeke Şîa ya bi modernîteya kapitalist re lihevkiri qebûl nake. Lewma nakokiya li Îranê hertim şensê wê heye veguhere têkoşîneke di navbera du moderníteyên alternatif de. Çawa ku li cem dewletên netewe yên Tirk û Ereb hat dîtin, ewê bi hêsanî tesfiye nebe.”
Her wiha Rêber Apo tekezî dike û wiha tine ziman: “Herçiqasî bi giranî di asta devjeniyê de be jî olîgarşiya Îranê di roja me ya îro de bi İsraîlê re li ser Rojhilata Navîn ketiye nava şerekî hegemonîk. Nexasim xebatên xwe yên nukleerî bi vê armancê hewl dide weke qerta duyemîn bi kar bîne. Di vê serdemê de ku sîstem herî zêde globalîze dibe, eger berê xwe nede tercîha modernîteya bikok, şensê serketinė yê olîgarşiya Şîa ya Îranê gelekî kême. Mîna dewletên netewe yên din, li pêşiya dewleta netewe ya Îranê jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan du rê hene. Ya yekê, divê mîna rejîma Şahtiyê bi sîstemê re li hev bike. Ya rastî, olîgarşiya Şîa ji vê re amade ye. Lê sîstem wê bi halê wê yê heyî qebûl nake. Lê hevdîtinên ji bo lihevkirinê têne meşandin yan bi riyeke aştiyane yan jî bi riya şer wê li gorî hêzên hegemonîk ên kapîtalîst bi encam bibin. Ya diduyan, qutbûneke radîkal a ji sîstemê ye. Lê ev rê jî bi sedema ku hem olîgarşiya Şîa û hem jî hêzên hegemonîk ên Rojava (di serî de Îsraîlê) bêçareserî û bêhêz dihêle, bivênevê çareseriya modernîteya demokratîk ê bikeve dewreyê.”
Nirxandinên Rêber Apo wiha ne:
“Yek ji jêderên bingehîn yên pêxîrtengiya Rojhilata Navîn pêvajoya bi hev re avakirina dewletên netewe yên Ereb û Îsraîlê ye. Dema di serê sedsala 19’emîn de Ingilîstanê li ser Împaratoriya Osmanî dest bi operasyonan kir, wê şêxên Ereban weke beştê pê deriyên kelhan dişkînin bi kar anîn. Wê li Balkanan zanyarên dînî yên Ortodoks ên bi eslê xwe Grek bi kar anîn û destek da avakirina dewleta netewe ya Yewnan û bi vî awayî jihevdeketina Împaratoriyê li Balkanan bi lez kir. Li Başûrê Împratoriyê li Nîvgirava Erebistanê ku li ser riya Hindistanê xwedî pozîsyoneke stratejîk bû, xebateke bi heman rengî meşand, ango dewletdariya netewe ya Ereb bi destê zanyarên dînî yên Misilman yanî bi destê şêxên temsîla hiyerarşiya jor dikirin destek kir. Di heman demê de bi riya Kurdistanê jî bi şêxên terîqetan ên ji Silêmaniyê (di serî de Neqşî û Qadirî) ket nava hewldanên bi heman rengî. Li ser Başûrê Şahtiya Îranê jî kontrola wê ya her diçû zêde dibû pêşde bir. Pêvajoya pêşî bi serîrakirinan dest pê kir, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi rejîmên mandater, bi Şerê Cîhanê Yê Duyemîn re bi dewletên netewe yên tam bi gewedebûyî bi encam bû. Di vê navberê de Împaratoriya Osmanî tesfiye bû. Li herêmê valatiyeke mezin çêbû yan jî çêkirin. Ingilistan bi xwe çawa ku li Hindistanê jî qewimî nikarîbû yekser weke hêzeke mêtinger li herêmê bi cih bibe. Lê hêzeke hevrik jî nehişt. Hewl da, Komara Tirkiyê û rejîmên Ereb ên manda di heman çarçoveyê de (Mijara sereke ya guftûgoyên li Kongreya Sêwazê li ser mandatiya Ingilîz an DYE’yê bû) û di heman demê de (1920) bihûne, pêk bîne. Helwesta radîkal a Mistefa Kemal (Di Şoreşa Franseyê de li dijî tesewira Ingilîzan Qraltiya Destûrî ya Meşrûtiyê dişibe dijberiya Montagnaran, Robespier û hevalên wî yên xwedî helwesta radîkal a komargerî) berê meseleyê da komarê û wisa gihand encamê. Lê bi awayekî cewherî tiştekî diguherî tinebû. Rejîmên manda yên Ereban jî di demeke kin de mîna dewletên netewe yên din veguherîbûn. Navên komarê yan jî qraltiyê li xwe kirin, lê van navan cewherê wan ê dewleta netewe neguherand.
Bi awayekî bi lez derketina holê ya Îsraîlê jî tam li vê pêvajoyê rast tê. Li tiştên ku min di beşên beriya niha de li ser qebîleya Cihû gotin, ya zêde bikim ew e, koka Îsraîlê disipêrin van qebîleyan û îdeolojiyên wan (Îdeolojiya Cihû, dînên yekxwedayî û mîlliyetgirî). Îsraîl bi xwe encameke xwezayî ya şerên dewleta netewe ye ku di salên 1550’î de li ser xeta Amsterdam-Londonê weke dewleta modern derket holê û piştre bi qasî çarsed salan Ewrûpa kir gola xwînê. Di avakeriya dewletdariya netewe de entelektualîzma Cihû û sermayedariya wê (kapîtalîzm) timî bi rola pêşeng rabûye. Bawer dikirin ku bi parçebûna Împaratoriyên Katolîk, Ortodoks û Îslamî, Cihû wê bigihîjin azadiya xwe û her ku pêvajo pêşde biçe mîlliyetgiriya Cihû wê li ser bingehê îdeayên Siyonîst dewleteke Îsraîl-Cihû ava bike. Ev xebatên beriya Şerê Cîhanê yê Yekemîn di dawiya wî de û piştî wî van xebatên bi baweriyê, bi bîrewerî û bi rêxistiniyê encam dan. Bi dewletdariya netewe ya Komara Tirkiyê ya mînîmalîst a li ser xirbeyên Împaratoriya Osmanî hat avakirin û di wê atmosferê de ku bi hejmareke zêde ya dewletên netewe yên Ereb ên mînîmalîst re derket holê, dewleta netewe ya Cihû-Îsraîlê ya armanca îdeolojiya Sion bû di sala 1948’an de bi awayekî fermî hat îlankirin. Komara Tirkiyê mîna ku cewherê xwe yê Pro-Îsraîlê îspat bike, bû yekemîn dewleta netewe ya ku dewleta Îsraîlê nas kir.
Avakirin û îlankirina Îsraîlê bûyereke ji rêzê nîne. Kengî li herêmê hêzên hegemonîk ên dawî Împaratoriya Osmanî û Şahtiya Îranê veguherandin dewletên netewe yên mînîmalîst û hewcedar, hingê ji valatiya desthilatdariyê ya derket holê weke hêza hegemon a kakil a hegemonyadariya modernîteya kapîtalîst Îsraîl derket holê. Îsraîl weke hêza kakil a hegemon hatiye hûnandin û ev xusûseke gelekî girîng e. Ev tê wê maneyê, li herêmê hêzên din ên dewleta netewe hebûna hêza hegemon Îsraîlê çiqasî nas bikin, ewqasî wê rewa bêne qebûlkirin, eger nas nekin wê bi şeran wan bînin ser xetê û wan wisa bihilhilînin heta ku Îsraîlê nas bikin. Komara Tirkiyê, Misr, Urdun û hinek welatên Kendavê ji wan dewletan in ku Îsraîl pêşî nas kirin, lewma ew weke dewletên netewe yên rewa qebûl kirin û xistin nava sîstemê. Yên mayî Îsraîl û hevgirtiyên xwe bi welatên din re şer dewam dikin. Di çarçoveya pirsgirêka Filistînê de şerê bi Ereban re, di çarçoveya pirsgirêka Kendavê de pevçûn û şerên bi welatên din ên Îslamî re ji nêz ve bi hebûna hegemonîk a Îsraîlê ya li herêmê re têkildar e. Heta hegemonya Îsraîlê bê naskirin ev şer, pevçûn, komplo û reşkujî wê dewam bikin.
Eger mirov hûnandina hegemonîk a modernîteya kapîtalîst li Rojhilata Navîn rast fêhm neke, mirov nikare rast fêhm bike ka çima bîstûdu dewletên netewe yên Ereb hatine avakirin. Mirov nikare bi şîroveyên dîrokê yên rastgir-çepgir, dîndar-mezhebî, etnîk û qewmî yên serxwebûnxwaziya bûrjûwaziya piçûk ên dewleta netewe modernîteya kapîtalîst a li Rojhilata Navîn hatiye hûnandin rast fêhm bike. Di vê çarçoveyê de ji bo pirsgirêka Ereb bi awayê rastî yê heyî were fêhmkirin (çawa ku divê pirsgirêkên Komara Tirkiyê û kom û komarên din ên Tirkî rast bêne fêhmkirin), beriya her tiştî divê hûnandin û avakirina hegemonyadariya modernîteya kapîtalîst li Rojhilata Navîn rast were fêhmkirin. Naxwe bi serê xwe bi zêhniyetên civak û dîrokê yên mîna henekên xwe bi rastiyan bikin dibêjin ‘avakirina bi şan a dewleta netewe’ pirsgirêkên ti civak û dewletê nayên çareserkirin. Lewma pirsgirêka Ereb bi tenê pirsgirêka bi Îsraîlê re nîne û nabe ku bi tenê weke pirsgirêkeke Îsraîl-Filistînê bê ravekirin. Pirsgirêka sereke û herî kûr a civakên Ereb, beriya her tiştî parçebûna wan a li bîstûdu dewletên netewe ye. Ev bîstûdu dewlet ji rêxistinên ajan ên kolektîf ên modernîteya kapîtalîst wêdetir nikarin bi roleke din rabin. Hebûna wan bi xwe ji bo gelên Ereb pirsgirêka bingehîn e. Di vê çarçoveyê de pirsgirêka Ereb pirsgirêkek e ku bi hûnandin û avakirina modernîteya kapîtalîst a li herêmê re têkildar e. Bi tenê di vê çarçoveyê de mesele bê dîtin, ango weke hêza hegemonîk a modernîteya kapîtalîst li herêmê bi Îsraîlê re dibe ku pirsgirêkên wan hebin.
Lê em ji bîr nekin ku hêzên Îsraîl ava kirin û hêzên bîstûdu dewletên netewe yên Ereb ava kirin heman hêz in. Ango têkilî û nakokiyên wan bi Îsraîlê re bi rengê kamûflajê ne. Ji ber ku ew jî bi awayekî cewherî heman sîstema hegemonîk parve dikin, ev nakokiyên wan bi hêz bin jî kengî biwêrin derkevin derveyî modernîteya kapîtalîst hingê maneyek van nakokiyan heye. Tu yê hem di nava heman hegemonya modernîteya kapîtalîst de bimînî, hem jî tu yê Îsraîlê nas nekî! Dîplomasiya bi maske û sexte ha ji înkarkirina vê rastiyê derdikeve holê. Çi Îslama radîkal, çi Îslama Nerm û çi jî Îslama Şîa dibe, bi tevahî nêzîkatiyên mîlliyetgir ên Îslamî ku dixwazin li şûna modernîteya kapîtalîst bi cih bikin, ji sextekariyeke mezin pêve tiştekî din nînin. Ji ber ku ev Îslamgerî ji serê sedsala 19. ve şaxekî mîlliyetgiriya hegemonya modernîteya kapîtalîst e, ti têkiliya wê bi şaristaniya Îslamî re nîne, amûrekî îdeolojîk ê kapîtalîzmê yê xweserî welatên. Îslamî yên Rojhilata Navîn e. Îslamgeriyên siyasî yên di dused salên dawî de ji ajanên bi maske yên hegemonya kapîtalîst wêdetir nikarin bi roleke din rabin. Ji ber ku bi modernîteya kapîtalîst ve girêdayî hatine hûnandin û xistine nava tevgerê. Jixwe di dused salên dawiyê de ev tevgerên Îslamî ji kûrkirina pirsgirêkên civakî û neteweyî yên li Rojhilata Navîn wêdetir bi roleke din ranebûn û ev jî rastiya em behsa wê dikin piştrast dike. Lewma li pêşiya kominalîzmê û neteweparêziya demokratîk astengên îdeolojîk û polîtîk in. Îslama çandî mijareke cuda ye, û di çarçoveya rêûresmê de xwedîlêderketin û parastina wê, aliyekî xwe yê manedar û erênî heye.
Eger ji çarçoveya modernîteya kapîtalîst dernekeve, şerên Ereb-Îsraîl û Filistîn-Îsraîlê wê her weke şerê deve-fîl yan jî mişk-pisîkê be. Di encamê de tişta derdikeve holê ew e, bi qederê sedsalan e ku şerên ji destpêkê ve encama wan diyar bi tevahî enerjiya gelên Ereb têk dibe. Eger ev şerên em behsa wan dikin nehatibûna vedîtin, bi tenê bi hatina ji petrolê Erebistaneke hêjayî deh Japonyayan dikarîbû bihata avakirin. Ji vê tespîtê encama girîng a mirov dikare derxe ew e, sîstematîka dewleta netewe ya li Rojhilata Navîn weke ku tê îddîakirin, çavkaniya çareseriya pirsgirêkên bingehîn ên civakî û neteweyî nîne, berevajî pirsgirêkan mezin dike, giran dike, kûr dike û dike ku mirov nikaribe ji navê derkeve. Dewleta netewe pirsgirêkan çareser nake, pirsgirêkan diafirîne. Ji vê jî wêdetir, heman sîstem ne bi tenê dewletên Rojhilata Navîn, civakên wê jî heta hêza wan nehêle berra hev dide. Rastiya Iraqê vê tespîtê gelekî baş piştrast dike. Li vir em nikarin berpirsiyariyê bi tenê bixin stûyê modernîteya kapîtalîst. Îdeolojiyên çepgir (sosyalîzma pêkhatî) û Îslamî û organîzasyonên polîtîk ên weke rizgarîxwaz û çareserkerên pirsgirêkan derdikevin holê bi kêmanî bi qasî hêmanên veguhezîner ên modernîteya kapîtalîst (Jon Tirk, Jon Kurd, Jon Ereb, Jon Fars) berpirsiyar in. Bi qasî sed salan e ku ti bername û rêbaza wan ji gelên xwe re pêşniyar kirî bi ser neketiye û herwisa ji bo modernîteya kapîtalîst li herêmê ava bibe bi tenê xizmeta wê kirine û li ser vî bingehî hatine bikaranîn, bi roleke din ranebûne. Di çarçoveya rêxistiniyên îdeolojîk û polîtîk ên dewletên netewe yên Ereb de jî em nikarin rola van rastiyan înkar bikin.
Pirsgirêkên Ereban jî mîna pirsgirêkên Tirk û Tirkiyê pirsgirêkên neyên çareserkirin nînin. Li vir pirsgirêk di nava du çarçoveyên sereke de têne analîzkirin û ji hev derxistin: Ya yekê, di nava heman sîstemê de para xwe ya dewlet û civakê zêde dikin û ji bo vê jî şerên koordînekirî diafirînin û hewl didin encamê bigirin. Rêxistina Rizgariya Filistînê jî di navê de rêbaza şer a ku dewletên netewe yên Ereb van pêncî salên dawiyê diceribînin û encama jê dixwazin ev e. Bi peymanên weke yên Camp Davidê zû dereng dixwazin vê çarçoveyê temam bikin. Lê ev rê bi tenê pirsgirêkên civaka Ereb girantir dike û ber bi çareseriyên radîkal ve dahf dide û ji vê jî wêdetir bi roleke din ranabe. Ev rê dikare dewletên netewe yên olîgarşîk ên Ereb tatmîn bike; lê nikare bersivê bide daxwazên gelan ên ekenomîk û demokratîk. Ev daxwazên civakê gelekî giran bûne. Jixwe tevahiya dîrokê pirsgirêkên ekonomîk û demokratîk ên bi qasî çiyan mezinbûyî yên gelên Ereb ên ketine ser hev, hene. Dewletên netewe yên Ereb ku li pey modernîteya kapîtalîst diçin, bihêlin ku van pirsgirêkan çareser bikin, naxwazin navê çareseriyê jî bînin ser zimanê xwe. Timî pirsgirêkan giran dikin, bi şerên sexte yên dînî û mezhebî ser wan digirin û ber bi qonaxeke welê diberidînin ku çawa di mînaka Iraqê de tê dîtin, yan heta dawiyê jihevdeketin, jihevbelavbûn û şer, yan jî çareseriyên bi kok ên ekonomîk, civakî, çandî û neteweya demokratîk ferz dikin.
Di çareserkirina pirsgirêkên Ereban de çarçoveya duyemîn ew e, divê mirov ji modernîteya kapîtalîst bibihure. Li vir rewşa em behsa wê dikin qutbûna ji sîstemê ye. Divê mirov baş zanibe ku radîkalîzma Îslamî yan jî Îslamî siyasî nikarin bibin modelên alternatîf. Îslam weke çand li dijî modernîteya kapîtalîst dikare di nava jiyaneke alternatîf a modernîteyê de rol bigire. Paradîgmaya modernîteyê ya ji bo rastiyên dîrokî û civakî ya gelên Rojhilata Navîn hemûyan di cih de ye, li gorî gelên Ereb jî alternatîfa herî rast û bi hêz e. Ji bo gelan modernîteya alternatîf modernîteya demokratîk e ku ji yekparebûna tevgerên neteweya demokratîk, sosyalîst, ekolojîst, femînîst û çandî yên timî li dijî modernîteya kapîtalîst têkoşiyane pêk tê.
Di çarçoveya pirsgirêkên Ereban de baqê pirsgirêkan ên di dereceya duyemîn de bi hebûna Îsraîlê re têkildar in. Nêrtina mîlliyetgirî, Îslamgirî û dewletdariya netewe ya Ereb li Îsraîlê ji aliyê hegemonya îdeolojiya Îsraîl-Cihû bi xwe ve hatiye koordînekirin; ango di nava sînorên ku ji aliyê dewlet û îdeolojiya Îsraîl-Cihû ve xêzkirî de, dimînin. Heta di nava heman modernîteyê de bimînin, herçiqasî hegemonya Îsraîlê xwedî hejmareke piçûk be jî wê ji pêlîstokiya wê wêdetir bi roleke din ranebe. Îsraîl bi xwe jî wê ji vedîtina xwe ango ji modernîteya kapîtalîst nikaribe rizgar bibe û wê êsîrê wê be. Îsraîl heta ku xwe di nava derya Ereban de bibîne û his bike ku di vê deryayê de hêzên her kêlî dikarin wê bixeniqînin hene, atom jî di navê de bi serdestiya teknolojîk a sîlehê wê texsîr neke xwe biparêze. Îsraîl ê yan di hegemonya xwe de Rojhilata Navîn a bi xwe re li hev hatiye di çarçoveya tewazuna dewletên netewe de pêk bîne ku ji ber sedemên me hewl da em rave bikin eşkere bûye ka ev çiqasî zehmet e; yan jî heke dixwaze ji êsîrbûna sîstema bi destê xwe afirandiye rizgar bibe, divê lidawîhiştina modernîteya kapîtalîst li ber çavan bigire. Modernîteya demokratîk, di rewşa aloz a li Rojhilata Navîn de, ne bi tenê ji bo pirsgirêka Cihûyan, ji bo pirsgirêka dewleta Îsraîlê ya dora xwe bi cinawirên mîlliyetgir û dîndar girtiye jî alternatîfa bi tenê ya çareseriya mayînde ye.
Dewletdariya Neteweya Îrana Şîe û Rola Wê Ya Li Rojhilata Navin
Rêûresma dewletê ya Îranê mîna Komara Tirkiyê bi hêsaní mînîmalizebûyîné qebûl nake. Şahtiya Îranê ya di dema modern de jî ji Komarê bêhtir li dijî mînîmalîzekirinê li ber xwe da. Şoreşa Îslamî ya Îranê ya 1979’an li dijî sîstema tewazunê û mînîmalîzma dewleta netewe ya bi awayekî xweser li Rojhilata Navîn sînor danîn, helwesteke girîng bû. Ji destpêkê ve li dijî hegemonya Îsraîlê hegemon-ya xwe ferz kir. Komara Tirkiyê û dewletên netewe yên Ereb rewabûna sístema dewleta netewe nas kirin ku bi vê Îsraîl pêkan bû, lê Şoreşa Îslamî ya Îranê tevî ku gotin û gavên wê yên hevdu nagirin hene jî statuya hatiye diyarkirin û xêzkirin nas nekiriye, hewl daye hegemonya dijber pêk bîne. Tengezariya Îran û Îsraîlê ya ku roja me ya îro em çavdêriya wê dikin, bi tenê di navbera du dewletên netewe de nîne, di navbera du sîstemên hêzê yên li pey hegemonyayê diçin, derdikeve holê.
Ji ber ku Îran duyemîn hêz e ku li pey hegemonyayê diçe û dixwaze bibe hegemon, divê mirov ji nêz ve li rewşa Îranê temaşe bike. Çawa ku me di cildên beriya vê yên parêznameyê de qala wê kiribû, rêûresma dewleta Îranê ji dema Konfederasyona Med (B.Z. 1000-550) tê. Med û Kurdan çandeke wekhev parve kirine. Zerdeştî û Mîtraîzm du çavkaniyên girîngin ku vê çandê di dîrokê de radigihînin. Dewleta pêşî ya Îranî Împaratoriya Pers bi temamî li ser şopa Konfederasyona Med hatiye avakirin. Bi awayekî, qonaxeke împaratoriyê ye, Kurd jî têde bi rola sereke rabûne. Di gavavêtina ji serdema destpêkê ya koletiyê ber bi serdema antīk a koletiyê de (B.Z. 1000-500) bi roleke bingehîn radibe. Hebûna koledariya antīk a Grek û Romayê bi saya belavbûna Pers-Medane. Serdema Helenîstîk a bi fethên Skender destpê kir (300 B.Z.-300 P.Z.), di navbera çanda Rojhilat û Rojava de sentezeke afirîner îfade dike. Roma û Partan, Roma (Bîzans) û Sasaniyan (100 B.Ζ.-630 P.Z.) bi sedsalan li ser hegemonya dinyayê şer kirin û van şerên wan rê li ber pêxîrtengiyeke mezin vekir. Di encama van şerên wan de Îslamiyet weke hêzeke hegemoník derket holê. Rêûresma dewleta Îranê ji fethên Îslamî heta bi avabûna Xanedaniya Safewî (650-1500) di demeke bi qasî hezar salî de ji aliyê Xanedaniyên Ereb, Tirk û Moxol ve ku bi çanda xwe re xerîb ketibûn, hat temsilkirin. Şîîtî bi Xanedaniya Safewî re bûye îdeolojiya dewletê. Hîmên Îrana modern di vê demê de hatine danîn. Bi İmparatoriya Osmanî re li ser erdên Kurdistanê şerên hegemonik meşandin û ev jî bi Peymana Qesr-î Şîrînê ya 1639’an bi encam bûye. Kurdistan di gavavêtina serdema modern de cara pêşî bi vê peymanê bû du parçe. Ji ber vê peymanê pêkhatina dewleteke modern li Kurdistanê derbeke girîng xwariye. Li cem begtiyên Kurdan polîtîkaya jiyana hevpar a bi hêzên hegemonîk re li ser bingehê xweseriya hindir têra xwe cih girtiye.
Dewleta Îranê ya çend xanedan guhertin, piştî Şerê Cîhanê vê yekemîn mina Komara Tirkiyê û Şahtiya Afgan di çarçoveya hesabên hegemonik ên Ingilistanê de weke dewleteke netewe ya modern ji nû ve hat avakirin. Çawa ku bi M. Kemal re li hev kirin, di berdēla Îraneke minimal de desthilatdarî dan Riza Şah. Ingilîstanê di vê deme de Komara Tirkiyê, Îran û Şahtiya Afgan a minimize kirî, ji bo Rûsya Sovyetê di Başûr re nikaribe dakeve li ser riya wê weke dewletên netewe yên bi rola tampon radibin hûnandin û ava kirin. Wê ev qadên navbihuri nekirin rejimén klasik en mêtingeh û ev ne ji bêhêzbûna wê bû, ji ber ku fikarên wê hebûn Rûsya Sovyeté belav bibe. Politikaya dewletên tampon sistemeke Ingilize ku ji serê sedsala 19. ve heta roja me ya îro bi awayekî giştî serketî hatiye pêkanîn. Xanedaniya Riza Şah bernameyeke modernîteyê ya welê meşand ku rêûresma çanda Îranê da aliyeki teqlida Rojava kir. Hewl dan wê weke rejîmeke peyk a pêşî Ingilistan, paşê DYE heta ya Îsraîlê li ser piyan bigirin. Rengê dewleta peyk a dewletên netewe li Rojhilata Navîn bi awayekî herî eşkere bi Xanedaniya Pehlewi hatiye nişandan. Ev dewletên bi héza esker û polês li ser piyan hatin girtin, kengî hêza hegemonik desteka xwe ji wan kişand di rojekê de hilweşiyan. Dawiya Xanedaniya Pehlewî ji bi vî awayî hatiye.
Şoreşa Îslamî ya Îranê sala 1979’an bi qasî ku siyasî bû, ewqasî jî şoreşeke çandi bû. Ev şoreşê hêza xwe bi tenê ji rêxistiniya ulemayên Şîî wernegirt; berevají hêza xwe ya bingehîn ji çanda civakî ya gelê Îranê girt ku rehên wê xwe berdidin kûrahiya dîrokê. Şoreş di destpêkê de mîna Şoreşên Fransî, Rûs û Anatolyayê xwedi naverokeke neteweyî û demokratîk bû. Xwe disipart hevgirtineke berfireh a hêzên neteweyî û demokratik. Ev hevgirtina neteweyî û demokratîk a ji piştgiriya koministan, ummetgirên Şîî û di serî de Kurd ji beşên din ên gelên welatparêz ên Îranî pêkhatî, xwediyên rastî yên serketinê bûn. Lê belê ulemaya Şîî û zumreya bazirgan a çîna navîn ku ji aliyê dîrokî û civakî ve di warê rêûresma rêveberiyê de bi héz bûn, di demeke kin de hegemonya xwe ava kirin. Hevgirtiyên xwe yên din bi awayekî bêrehm pelixandin. Di Komara Tirkiyê ya salên 1920’î de pêvajoyeke bi heman rengî pêk hatibû. Herçiqasî ulemaya Şîî bingehê şoreşê yê neteweya demokratîk berevají bike jî ji aliyê naverokê ve bi modernîteya kapîtalîst re li hev nedikir. Olîgarşiya Şîî xwest vê daneheva antî-kapîtalîst a maneya xwe ya dîroki û çandî gelekî mezin bû, ji bo hebûna xwe rewa bike, li dijî hêzên hegemoník ên sistemê weke qertekê bi kar bîne. Hê jî hewl dide li ser vi bingehî bi kar bîne. Bi tevahî hewldana olîgarşiya Îranê ew e, dixwaze vî bingehê anti-modernist (anti kapitalist) li dijî hêzên hegemonîk ên Rojava weke sîlehekê bi kar bîne di tewazuna dewleta netewe ya Rojhilata Navîn de li statuyeke bi rûmet û erêkirî cih bigire. Weke modernîteyeke cuda, ji aliyê cewherî ve ti nakokiya wê bi modernîteya kapitalist re tineye. Nakokiya wê ya bi sîstemê re ew e, mîna dewletên netewe yên Ereb û qonaxên yekemîn û duyemîn ên Komara Tirkiyê bi hesabên taktik dixwaze ji sîstemê para herî zêde bi dest bixe, were erêkirin û destekkirin, di berdêla vê de ji bi heman rengî wê rê bide wan ku jê sûdê werbigirin û bi vî awayî heman encaman bi dest bixe. Di rêûresma Îranê de cihê bazarê girîng û bi hêze. Li vir ji awayekî tipik ê bazirganiya bazarê heye. Li Îranê jî nakokî tam di vê nuqteyê de destpê dike. Rêûresma çandî ya bi hêz oligarşiyeke Şîa ya bi modernîteya kapitalist re lihevkiri qebûl nake. Lewma nakokiya li Îranê hertim şensê wê heye veguhere têkoşîneke di navbera du moderníteyên alternatif de. Çawa ku li cem dewletên netewe yên Tirk û Ereb hat dîtin, ew ê bi hêsanî tesfiye nebe.
Herçiqasî bi giranî di asta devjeniyê de be jî olîgarşiya Îranê di roja me ya îro de bi İsraîlê re li ser Rojhilata Navîn ketiye nava şerekî hegemonîk. Nexasim xebatên xwe yên nukleerî bi vê armancê hewl dide weke qerta duyemîn bi kar bîne. Rêûresma Şîatiyê di dîrokê de jî dawa hegemonyayê kiriye. Îraneke hegemonik a hezar salan li pişt xwe weke sîlehê digire, lê di şert û mercên modernîteya kapîtalîst de ewqasî jî bi hêz nîne, hêza xwe mezin dibîne. Di vê serdemê de ku sîstem herî zêde globalîze dibe, eger berê xwe nede tercîha modernîteya bikok, şensê serketinė yê olîgarşiya Şîa ya Îranê gelekî kêm e. Xwe dişibîne welatên BRIC (Brasil, Russia, India, China) û lewma hesabên wê yên pêkanîna blokekê jî hene. Bi Komara Duyemîn a AKP’ê re li ser bingehê antî-PKK’tiyê hevgirtina hewl dide pêk bîne dixwaze bi Sûrî berfireh bike. Ev hesabên wê hemû qîmeteke xwe tineye. Mîna dewletên netewe yên din, li pêşiya dewleta netewe ya Îranê jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan du rê hene. Ya yekê, divê mîna rejîma Şahtiyê bi sîstemê re li hev bike.
Ya rastî, olîgarşiya Şîa ji vê re amade ye. Lê sîstem wê bi halê wê yê heyî qebûl nake. Lê hevdîtinên ji bo lihevkirinê têne meşandin yan bi riyeke aştiyane yan jî bi riya şer wê li gorî hêzên hegemonîk ên kapîtalîst bi encam bibin. Ya diduyan, qutbûneke radîkal a ji sîstemê ye. Lê ev rê jî bi sedema ku hem olîgarşiya Şîa û hem jî hêzên hegemonîk ên Rojava (di serî de Îsraîlê) bêçareserî û bêhêz dihêle, bivênevê çareseriya modernîteya demokratîk ê bikeve dewreyê.”
(fk)