SILÊMANÎ/ROJNEWS
Şêwirmenda Ewlekariya Neteweyî ya Lêkolînên Cîhanî Nîkola Eşref Şalî diyarkir ku ya di navbera Îran û Îsraîlê de rû dide, li ser esasê nexşeya ya nû ya Rojhilata Navîne ku ji aliyê Emerîkayê ve hatiye xêzkirin. Nîkola got ku ev qonax ji bo Kurdan qonaxek zêrîne, ji ber ku nexşe nû tê xêzkirin, herêm ji komên milîs tê paqijkirin, divê Kurd yekitiya xwe ya netewî ava bikin.
Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de ku di sibeha 13 vê mehê de destpêkiriye, heya niha jî dewam dike. Di encama êrişan de gelek rayedarên payebilind yên Îranê hatine kuştin û rageşiya du alî didome. Derbarê mijarê de Şêwirmenda Ewlekariya Neteweyî ya Lêkolînên Cîhanî Dr. Nîkola Eşref Şalî ji ajansa me re axivî.
Nîkola Eşref Şalî ewil got ku ya niha di navbera Îsraîl û Îranê de rû dide, di çarçoveya xêzkirina nexşeya Rojhilata Navîn ya nû deye ku ji aliyê Emerîkayê ve hatiye amadekirin. Li gorî Nîkola niha qonaxa dawî ya nexeşeyê ye ku ew jî radest girtina Îranê ye û wiha dom kir; “Ya ku niha rû dide ne şere, operasyonek taybet ku ji çend êrişan li xwe digreye. Armanca êrişan jî sifirkirina bernameya atomî û dewlemendkirina uranyuma Îranê ye. Piştî vê qonaxê wê rola Emerîkayê derkeve pêş, ji ber ku Emerîka naxwaze piştî sifirkirina hêza şer ya Îranê, şer biqewime.”
Di derbarê bandora şer ya li ser Başûrê Kurdistanê de jî Dr. Nîkola dibêje; “Wê bandorek raste rast li ser Herêma Kurdistan, Iraq û herêmê neke. Ji ber tevî Îran raste rast Iraqê birêve dibe jî, lê Emerîkayê hişyarî daye Iraqê ku ti tevgerek ziyanê bide berjewendiyên Emerîkayê neke. Ketina Îranê dibe ku ziyanê bide sînorê Silêmaniyê, lê heya niha ti metirsiyek li ser Herêma Kurdistanê nîne. Divê Herêma Kurdistanê bala xwe bide ser rewşê û peywendiyên xwe yên bi hevpeymanên xwe re qut neke.”
Li gorî Nîkola Eşref Şalî li herêmê, Başûr û Rojavayê Kurdistanê rêya pêşketina Emerîka ya ji bo enerjiya cîhanî û ewlekariya xureka cîhanê ye ku di van herêman re derbaz dibe. Li gorî Nîkola Îsraîl û Emerîka li ser Kurdan ne gefin, ji ber ku coxrafyaya Kurdistanê girînge û Rojava jî bi çavkaniyên xwezayî dewlemende û got; “Di heman demê de Başûr jî li ser nexşeya gaza xwezayî ya cîhanê xwedî amadekariye, yanî Kurdistan beşeke ji nexşeya ku enerjiya cîhanê birêve dibe. Emerîkayê xeta ku berjewendiyên Îsraîlê dixe metirsiyê têk bir, piştî Îranê yekser gef û metirsiyek cidî li ser Tirkiyeyê heye. Ger Tirkiye gefên li ser Suriye û êrişên ser Kurdan nede rawestandin, piştî Îranê dor tê Tirkiyeyê. Herwiha ger Iraq jî ne li gorî peymana bi Emerîkayê re tevbigere, wê êrişî Iraqê jî bikin.”
Şêwirmenda Ewlekariya Neteweyî yê Lêkolînên Cîhanî Dr. Nîkola Eşref Şalî herî dawî got; “Ev qonax, qonaxa zêrîn ya Kurdane. Ji ber ku nexşeya Rojhilata Navîn ji nûve tê xêzkirin, herêm ji komên milîs tê paqijkirin û dewlet-netew tê hilweşandin. Ev jî we dike ku li Kurdistanê jî guhertin çêbibin, wê li çar beşên Kurdistanê ezmûna hikumranî were avakirin. Niha ji bo Kurdistan ji vê derfetê sud bigire, tenê rêyek heye, ew jî yekîtî û avakirina yekîtiya netewî. Ji ber ku ev tekane rêya parastina çar parçeyên Kurdistanê û pêşxistina pêvajoya li Bakurê Kurdistanê ye.”