NAVENDA NÛÇEYAN
5-Rastiya Kurd û Kurdistanê
Karakterê diyardeyê, ango tiştê, li ser şêwe û diyalektîka wê ya hebûnê û mayînê bi gewde dibe ango teşe digire. Ew kirde çawa bûye, çawa çêbûye? Û hebûna xwe çawa, li ser kîjan hîmên maddî û manewî di domîn e? Bersiva ji bo van pirsan bê dayîn dê li ser karakterê hebûn û nebûna diyardeyê-tiştê- daneyan bide destê me.
Dema mirov ji vê çarçoveyê lê dinêre; rastiya Kurd bi hatina Modernîteyê qediya bû, tine bibû. Rastiya Kurd û Kurdistanê wekî têgîn û wekî diyarde jî bi komarê -Komara Tirk- hate qirkirin û ser hate nixumandin. Bi gotinên wekî “Kurdistana mûhayyel li vêderê binaxkiriye” jî li vê qirkirinê xwedî derketin. Rewşa beşên din ên Kurdistanê jî ji vê ne cûda bû. Realîteyek bi navê Kurd û Kurdistanê nemabû.
Wekî tevgereke hemdem, ango modern serkeftina herî gring a PKK’ê ji nûve zindîkirina vê realîteyê-rastiyê- bû. PKK’ê rastiya Kurd û Kurdistanê hem ispat kir, hem gihand astekî wisa ku kes nekare wê ji nav bibe. (ji derveyî PKK’ê) Hêzeke wisa ya wan tevgerên Kurd ên din tineye. Tevgereke wekî PDK’ê kevneperest, an jî wekî YNK’ê birjûwayên biçûk nekarîn kesekê bi hebûna xwe jî bidin bawerkirin. Ger PKK derneketibûya beriya 30 salan hemû wê xilas bibûna.
Berxwedana mezin a PKK’ê mijara hebûna Kurd û Kurdistanê mayinde kir. Li ser hebûna Kurd zanebûneke bihêz û xurt pêş xist. Ji bo mirov fêm bike bê ka ev çawa hatiye bi serxistin divê em serî li argûmanên dîrokî û sosyolojîk bidin. Ez beriya 52 sal, 1 meh û 4 rojan bi gotina “Kurdistan Bindest e!” ketim vê rê. Dema min ev peyv anî ser ziman ez ji ser hişê xwe çûm. Ev ji bo min kifşekî gelek zehmet bû. Dema min bi lêv dikir jî ez bi tirs bûm. Û dema min ji bo yek-dû hevalan ev peyv got jî ez hema bêje ji ser hişê xwe çûm. Ji wê rojê em hatin îro. Hêza peyvê biçûk nebînin. Dema peyv bi heqîqetê re dibe yek gelek bi bandor e, afrêner e û mirov dide meşandin. Vê peyvê tenê rê li pêşiya berxwedaneke mezin venekir, herwiha veguherî dahûrandina mezin a dîrokê. Piştî wê jî şîroveya li ser Neolîtîkê, îdeolojiya azadiya jinê, lêhûrbûna li ser Sosyalîzmê û hwd. li pey hev hatin. Armanca vana tevan ew bû; realîte û rastiya Kurd em derxin holê û rewşengeriya Kurd em pêk bînin. Û me ev mebest bi cî anî. Me bi ser xist. Vê meşa mezin a dîrokî, analîza sosyolojîk û têkoşîna polîtîk rastiya Kurd û Kurdistanê ıspat kir û herwiha bi dost û dijminan jî da qebûlkirin.
Başe, gelo pirsa azadkirinê hate çareserkirin? Nexêr. Rastiya Kurd hate ıspatkirin, xwe gihand zanebûna îdeolojîk û rêxistinî. Lêbelê di pêngava azadbûnê de xetimî. Li pişt xetimandinê îdeolojiya Sosyalîzma Reel û bandorên wê hene. Sosyalîzmê di sedsala 20. de li gelek deverên cîhanê desthilat bi dest xist. Ji sisêyan li yekê cîhanê bû serdest. Lê nekarî xwe li ser piyan bigre, roxiya, têk çû. Vê rewşê, li ba me jî wekî krîzê xwe da der. Reel Sosyalîzm hilweşiya, em li ser piya man. Lê me jî aloziyeke mezin jiya. Reel Sosyalîzm ji ber pirsa azadiyê çareser nekir û îdeolojiya azadiyê pêş nexist hilweşiya. Derketina ji krîza îdeolojîzehmet e. Gava argûmanên îdeolojîk ên hûn xwe dispêrinê têkçûn hûnê xwe bispêrin kîjan çarçoveya têgehan û kîjan analîza sosyolojik? Reel Sosyalîzm hilweşiyaye. Li pey wê zêde tiştek nemaye. Bi kotekî me hewl dida em baweriya bi Sosyalîzmê bi domînin. Û wê çaxê nirxandineke min a bi navê “İsrara di Sosyalîzmê de israra di mirovbûnêde ye” çêbibû. Min dilsozî û baweriya xwe ya bi Sosyalîzmê parast. Û ji bo ez vê veguherînim zanebûnekê ez têkoşiyam. Salên zehmet û aloz bûn. Ber bi salên 2000’î ve me dest bi qonaxeke nû ya lêhûrbûn û dahûrandinê kir. Yek ji encamên stratejik ê vê hewldana me jî “Netewa Demokratîk”e û ev ji bo perspektîfa Sosyalîst jî bûye henaseyek nû. Ev pêngav hem ji bo perspektîfa Sosyalîst û hem ji bo PKK’ê veguherîneke stratêjîk e. Îro tenê (bi vê pêvajoyê) wê nav li vê veguherînê bê kirin û ewê fermiyetê qezenç bike. Ev 20 salin em hewl didin vê (veguherînê) bigehînin encamê.
Çareseriya “Netewa Demokratîk” wê bibe bingehê pêvajoya li pêşiya me. Perspektîfê çareseriyê yê Modernîteya Demokratîk; Netewa Demokratîk e. Di teksta bangewaziyê de me navê “Aştî û Civaka Demokratîk” li vê kiribû. Herdû jî heman tiştin, tên heman wateyê.
PKK ew tevgere ku rastiya Kurdistanê derxistiye meydanê û ev hebûn misoger kiriye. Kes nikare wê rastiyê ji nav bibe. Pêngava ji vê û şûnde bê avêtin, pêkanîna azadiyê ye. Civaka azad êdî wê li ser hîmê komînalîte, ehlaq û polîtîkayê teşe bigre û bi gewde bibe. Wisa di xuyê ne gengaze ev pêngav bi PKK’ê bê avêtin. Ger PKK nebûya wê ji navê Kurd û Kurdistanê çi maba? Çanda Kurd û Kurdistanê jî dê wekî çandên Înka û Aztek ên li Amerîkaya Latîn û Çermsorên li Amerîkaya Bakur di nava pelên dîrokê de bi ma, ango dê wenda bibûya.
Ya rastî; ev xeterî ango ev rewş hîn jî tam nehatiye borandin. Kurd li Dêrsîmê, li Çewlîkê, li Zagrosê bermahiyeke çandîn e. Qebîle ji hev ketine, zimanekî karîger nemaye, qirtikên terîkatan û şer û pevçûnên eşîret û malbatan.. Sereray hebûna PKK’ê ger hîn ev rewş nehatiye borandin, sedemê vê kûrahiya belavbûna dîrokî-civakî ya rastiya Kurd e. Ji vê xalê û şûnde min peyva “bindest” ango “dagirkirî” ji bo pênasekirina vê rewşê têr nedît. Rewşa heyî ji bindestiyê wêdetir e, kurtire. Rengek ji rengên “civaka sêrgo”ye.. Goristan e. Li Dêrsimê di gelî û newalan de, di şkeft û bertehtan de hîn hestî hene. Mezelên nûnerên dawî yên kevneşopiyê li kuderên e, hîn ne diyar e. Kes nizane gora Şêx Sêîd, Sêîdê Kurdî û Seyîd Riza li kuye. Ev nûnerên herî bi hêz ên Kurdayetiya kevnar bûn.
Jûdenrheit (Jûdenrat) ên di qirkirina Cihûyan de rol leyîstine û wekî “Komîteyên Cihûyan” tên binavkirin hene. Ev ew grûp, malbat û beşên Cihûyanin ku bi faşîstan re hevkarî kirine. Ji bo di berdêla vê hevkariyê de 24 saetan temenê xwe û malbatên xwe dirêj bikin Cihûyan ber bi odeyên gazê ve rêdikin. Ji bo pergala qirkirinê bi xebite Faşîstan jî pêdivî bi van komîteyan dîtiye. Ji Cihûyan re dibêjin “emê we bibin serşoyê, serşûştinê” û wan di xapînin û dibin odeyên gazê. Ev komîteyên hevkar ên Cihû li gor hejmara hatî xwestin, destnîşan dikin bê ka wê kî biçe odeyên gazê û lîsteyên navan ew amade dikin. Faşîstan ev komite ava kirine. Dema min li ser vê mijarê di hizirî, min dît ku rastiya Kurd jî rastiya Jûdenrat e. Rastiya ez jêre di bejim ji bindestiyê û dagirkirîbûnê wêdetir ev rastiya Kurd e. Aha ev malbatên herî zêde bi navbang, Barzanî, Bedîrxanî, neviyên Şêx Seîd ên mane, hinek ji neviyên Seyîd Riza bûne Jûdenrat. (Komîteyên Cihûyan ên hemwelatiyên xwe dişînin odeyên gaza kîmyewî) Ji bo binemalên xwe xilas bikin Kurdayetiyê dibin tinekirinê, îmhayê. Yekê ji wan pirtûkek jî ne nivîsandiye. Li yadewriya bapîrên xwe jî xwidan dernakevin. Dijminkariya Kurdê azadîxwaz dikin. Herî dawiyê li Bedlîsê parlementeriyek û li Şirnexê qeyyûmek li şarederiyekê dan Bedirxaniyan. Evan erkên Judenrat in. Di vê dema dawiyê de min ev tez pêş xist û ez bi rastiya vê tezê bawerim. Li şuna gotina “rastiya Kurd û Kurdistana hatî dagirkirin” ez bawerim ev peyv (Jûdenrat) zêdetir dikare rastiyê rave bike. Ev rehendeke nû yê xebatên min ên li ser têgehan e. Ev alî ango rehend (ê xebata min) dikare ya di rastiya Kurd û Kurdistanê de çêdibe û tê jiyîn hîn zelaltir û bihêztir pênase bike.
Li gel vê; li cem Kurdan ji rastiyê revek mezin heye. Ji bîr nekin; hûn hêj ji rastiya xwe di revin. Kurdayetî li ba we di halê revêde ye. Şêwazeke serokatiyê yê min ji bo Kurdan heye. Ez çawa dikarim bi wan bidim fêmkirin bê ka ev rev tê çi wateyê, çawa dikarim reva wan (ji rastiya wan a Kurdayetiyê) bidim rawestandin, ez bi vê mijûl bûm û hîn jî bi vê mijûlim. Ez hem fêr dikim hem jî berdêlê vê revê bi we didim dayîn. Terzekî min ê wisa yê serokatiyê heye. Min (ji bo we) got “tu nikarî ji Kurdayetiyê bi revî. Kurdayetî ne tişteke wisaye ku tu jê bi revî. Hûn serî li gelek fêlbaziyan didin, 40 teqleyan li xwe didin, hewl didin min bi xapînin”. Min heman tişt ji bo dewletê jî gotin. “Hûn nikarin min bi xapînin. Hûn çi dikin bikin, li beramberî we Apoyek bê xapandin tiney e.” Eve 50 salin ez ji bo we, ji bo PKK’ê vê di bejim. Hûn çiqas min bikin mesîh an jî cinawir hûn nikarin xwe ji destê min xilas bikin. 50 salin serokayetî tiştekî wisay e.
Dewletê çima ev mase danî? Û çawa û çima me hûn li ser vî maseyî anîn ba hev? Ev civiyaneke gelek ciddi ye. Civiyaneke Kurd e. Û em ji wan rojan tên ku dewletê peyva “Kurd” giran ceza dikir. Ev civiyan gelek wateyên cawaz di nava xwe de hildigire. Emê çawa realîze bikin, em wê di nirxînin. Em çawa gehiştin vê derê, ji bo vê têkoşîneke çawa hate meşandin, yê herî baş vê dizane ez im. Kadroyên me yên herî pêş jî hîn ji fêmkirina vê rastiyê dûr in. Ji ber vê nikarin afirîner bin. Nikarin rêberiyê bikin. Ji candayînê natirse, ji mirinê nareve lê naxwaze xwe nêzî rastiyê bike. Li pişt vê; rastiya Kurd a ji bindestiyê wêdetir wekî “sergo”, ango “gelaşxane” lêhatî û hatina (we) ji wê rastiyê heye.
Afrîqa jî hatibû dagirkirin. Lê niha her yek (her welatek) ji Afrîqa bûye Netew-Dewletek. Amerikaya Latîn jî wisa ye. Lê di rastiya Kurd de tiştekî wisa nîne. Ne diyare bê ka Kurd çiye. Kevnar e an modern e? Bi rengekê bûye rastiyeke trajîk. Weke tê hizirkirin sedemê vê rewşê ne zextên ji derven e. Ev encama sedemên navxweyîn e. Di deşîfrekirina vê (rewşê) de rola taktik û stratêjiyên min pêş xistine diyarker e.
Cografyaya Kurdistanê cara ewil ji aliye Sumeriyan ve wekî “Kurd, Hûrrî, Ûr” hatiye bi navkirin. Bi vî rengî mekan-cî- yekem car hatiye pênasekirin. Wê çaxê li ti deverên dinyayê navê ti welatan tineye. Lê evder (Kurdistan) wisa hatiye binavkirin. Paşê wekî “Kurdîa” di nivîsa Yewnan a li ser dîrokê de navê wê derbas dibe. Dîroka Heredot hema bêje ji nîvî zêdetir li ser rastiya Kurdistanê ye. Civaka Yewnan çav li Medan dike. Û Medan teqlît dikin. Demokrasiya xwe jî ji van daneyan (ji bandora Medan) afirandin. Di serdema navîn de piştî şoreşa Îslamê navê Kurd bi temamî bi cih bû. Selçûqiyan jî (di dîrokê de) cara ewil navê Kurdistanê kirin diyardeyek siyasî. Siltan Sancar Hemedan ji xwere kir navend û welatê Hemedan li navenda wê jî wekî “Kurdistan” bi nav dike. Kurdistan wekî navê yekeyek rêvebirinê cara pêşiyê bi Siltan Sancar tê bilêvkirin. Haqanê Tirk Kurdistanê ava dike. Ji vê (rastiyê) encama ez gehiştimê eve; gelo Siltanê Selçûqiyan ne Siltanê Kurd be? Navenda wî li Ekbatan e (Hemedan e) û wezîrê wî Nîzamûlmûlk e. Jêre dibêje “biçe û malbata min bi parêz e”. Hetta di bêje “heger em têk biçin emê vekişin Hemedanê”. Û pişta xwe dide Hemedanê û şerê Milazgirê jî li ser wê tê meşandin. Ango Alparslan wekî mirgeheke Kurd şer dike. Ev jî serbeneke feraseta (me ya) nû ya dîrokê ye. Alparslan ji Tirkekê wêdetir mîrekî Kurd e. Malbata wî li Hemedan e. Wezîrê wî li wêderêy e. Başe gelo di ronahiya van agahiyan de emê Selçûqiyan çawa bi nirxînin? Ev mirgeheke Tirkan e an a Kurdan e? Pêwîste ev xal hîn zêdetir were vekolîn û nîqaşkirin. Bi giranî tê fêmkirin ku rêbertiyeke Kurd e. Niha jî tê gotin; nîvê şêniyên Hemedanê Tirkmenin. Niha piranî bûne Kurd. Ji mîrgehan Merwanî û Şeddadî balê dikêşin. Merwanî li herêma di navbera Ferat û Dijle de Kurdebûyînê îfade dikin. Ew jî bi îslamê pêş dikevin. Li aliyê Selçûqiyan jî heman rewş heye. Alparslan hêza çekdar a Merwaniyan di gire cem xwe û li hemberî Bîzansiyan li Milazgirê bi hêza şer a hevpar dikeve şer. Alparslan fermandarekî leşkeriy e, dewrûberê wî bi Kurdan tijey e. Xelat jî mîrgeh e. Heger Kurd wê çaxê xwe bidin aliyê Bîzansiyan ne pêkane Alparslan bi serkeve. Sedê sed bi tifaqa Kurdan di wî şerî de (Alparslan) bi serdikeve. Ji salên 1050-1060’î ve li başûrê Qefqasan Selçûqî û Şeddadî dibin hevalbend û tifaqeke misoger çêdikin. Li beramberî Bizansiyan ne Şeddadiyan bi tena serê xwe dikarîn li ser piyan bimînin û ne jî Selçûqiyan dikarîn gavekê bi avêjin. Herdû alî tifaqeke dîrôkî ava dikin. Berhema (encama) destpêkê ya vê tifaqa dîrokî di 1064 de di sefera li dijî qraliya Ermeniyan de tê bidestxistin. Bajarên Anî û Qersê tên zeftkirin. Piştî vî şerî (bajarê) Anî didin Manûçehr û Qersê jî didin Tûgrûl. Wekî bermahiyekî wê demê, îro jî li Qersê mizgefta Manûçehr heye.
Peyman ango tifaqa Yavûz Siltan Selîm û Îdrîsê Bedlîsî gelek girîng e. Şerên Ridaniye, Mercîdabiq û Çaldêranê berhemên vê tifaqên e. Û di encama serkeftina di van şeran de Osmanî bûne împeretoriya Rojhilata Navîn. Kurd yek ji unsirên sazûmankar ê sereke yê vê împeretoriyên e. Dema babê Çelebî Mehmet dîl di keve, ew di reve, Beyazit paşayê ji Amasyayê wî li pişta xwe dike û heta Amasyayê dibe. Ew jî paşayekî Kurd e. Ev belkû bûyereke sembol e. Wê çaxê li Amasyayê baskê Şeddadiyan ê Kutluşah malbata rêvebir e. Çelebî Mehmet Paşa jî ew kese yê Osmanî ji dema fetrete (ji dema xetimandinê) derxistiye. Mele Goranî û Akşemsettin jî Kurdin, ewan (Siltan Mehmet) teşwiq kirine da Stenbolê fetih bike. Ji xwe hewce nake ez behsa şerê rizgariyê (yê Tirkiyê) bikim. Mistefa Kema vî şerî ji bajarên Tirkiyê yên wekî Izmîr û Trakyayê na, ji Erzerom û Farqînê, ji erdingariya Kurd dide destpêkirin. Şerê rizgariya Tirkiyê bi tifaqa Kurdan û Tirkan hatiye serxistin; kes nikare vê heqîqetê înkar bike. Encam; komara Tirkiyê ya em di zanin e.
Sazûmankarên esil ên komarê Kurd piştî avakirina komarê bi salekê tine hatin hesibandin. Nasname (û navê) Kurd hate qedexekirin. Bi vî rengî ew Kurdên ji Sûmeriyan û vir ve hebûna wan di dîrokê de hatî qeydkirin bi avakirina komara Tirk tine tene hesibandin.
PKK’ê ev înkar bi berxwedaneke mezin pûç kir. Nasname û rastiya Kurd di warê dîrokî û civakî de derxist ber çavan û bi dost û dijminan da pesendkirin. Lê encamên vê înkarê di (kesayetên) we de hêj bi temamî nehatine derbaskirin. Hêj hûn ji rastiya xwe di revin. Ez di nasname û kesayeta we tevan de rastiyeke wisa dibînim. Ez di (kesayeta) we de nasname û şexsiyetek tendurist û rûniştî nabînim, nikarim bibinim.
Ev kar tenê bi berxwedanê nabe. Di sazkirina (jiyan û civak) a nû de çanda şoreşgerî, avakirina saziyên demokratîk, saziyên netewa demokratîk, saziyên vekolînê, yên ziman misoger wê rola xwe hebin. Ev (sazî) jî bi kapîtalîzmê nabin. Pêwîste civaka Kurd dij-kapîtalîst be. Kurd wê xwe bi Netewa Demokratîk, Eko-Ekonomî û Komînalîteyê azad bikin û jiyaneke mayinde ava û misoger bikin. Ev jî wê bi têkoşîna hebûnê û avakirinê (înşayê) bê bi destxistin. Li beramberî derve, li dijî zexta derve berxwedan hate biserxistin. Yek ji sedemên temambûna mîadê PKK’ê jî ewe ku berxwedana li dijî zextên derve bi ser xist. Ji niha û pêde berê berxwedan û têkoşînê dê li hundir be. Dema pêşiya me wê bibe dema xweavakirinê. Ji bo vê jî pêdivî bi aştî û civaka demokratîk heye. Em niha li ber vî paderîn e.
Sibe Beşa Heftem
Perspektîfa Rêber Apo: Qonaxeke nû ya têkildarî hebûn û pirsa Kurd-Beşa V
Perspektîfa Rêber Apo: Qonaxeke nû ya têkildarî hebûn û pirsa Kurd-Beşa IV
Perspektîfa Rêber Apo: Qonaxeke nû ya têkildarî hebûn û pirsa Kurd-Beşa III
Perspektîfa Rêber Apo: Qonaxeke nû ya têkildarî hebûn û pirsa Kurd-Beşa II
Perspektîfa Rêber Apo: Qonaxeke nû ya têkildarî hebûn û pirsa Kurd-Beşa I