Rejîma Îranê du sal cezayê girtîgehê li çalakvanek Kurd birî

NAVENDA NÛÇEYAN

Rejîma Îranê çalakvanê di warê mafên karkeran de dixebite yê binavê Emced Giryaxîz bi tometa xebatên siyasî dike cezayê girtîgehê lê birî.

Pêla binçavkirin, girtin, darvekirin û revandina çalakvanên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve didome. Di vê çarçoveyê de Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê têkildarî girtina çalakvanê Kurd yê ji Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku welatiyekê Kurd yê binavê Emced Giryaxîz ku çalakvanê mafên karkerane û ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye, ji aliyê Liga Yekemîn ya Dadgeha Şoreşê ya Sine ve cezayê du sal girtîgehê lê hate birîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dadgehê bi hinceta ‘propandaya li dijî dewletê’ du sal ceza li Emced Giryaxîz biriye.

(wd)