Di kêliya weşana zindî de televîzyona Îranê hat bombebarankirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Îranê eşkere kir ku Îsraîlê avahiya radyo û televizyona Îranê bombebaran kiriye. Her wiha hate ragihandin ku di dema weşana zindî de mûşek li studyoya televîzyonê dikevin û weşand radiweste.

Li gor nûçeya ajansa nûçeyan ya Mêhr, artêşa Îsraîlê avahiya radyo û televizyona Îranê li paytext Tehranê kiriye hedef.

Têkildarî êrişê, beriya ku êriş Îsraîlê avahiya televizyon û radyoyê bike, Kanal 14 ya ragihand ku wê Îsraîl êrişî avahiya tevîzyona Îranê bike.

(wd)