Li Refehê 20 kes hatin kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN

Li nêzî navendeke belavkirina alîkariyan li başûrê Xezayê 20 kes di encama gulebarana artêşa Îsraîlê de hatin kuştin.

Saziya Berevaniya Sivîl a Xezayê diyar kir ku li nêzî navendeke belavkirina alîkariyan li Refehê ya başûrê Xezayê di encama gulebarana artêaş Îsraîlê de 20 kes hatin kuştin û zêdetirî 200 kes jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê di bersiva pirsa Ajansa Rojnamegeriyê ya Fransayê de, diyar kir ku ew li ser raporan lêkolînan dikin.

Dezgehên ragihandinê yên Filistînê jî ragihand ku ji berbanga îro ve 43 kes li Xezayê hatine kuştin.