Artêşa Tirk a dagirker herêma Amêdiyê bi dijwarî bombebaran kir

NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Rêxistina CPT ya Amerîkî Kameran Osman ragihand ku îro ji serê sibehê ve gundên Ber Garê û herêma Metînayê 48 caran ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine topbarankirin.

Endamê Rêxistina CPT ya Amerîkî Kameran Osman îşev ragihand ku ku îro ji serê sibehê ve gundên Mijê, Kevne Mijê, Spîndarê yên devera Ber Garê û pişt gundên Guherzê, Belave yên devera Nihêlê ya Metîna ya girêdayî navçeya Amêdî ya ser bi parêzgeha Duhokê 48 caran ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine topbarankirin.

Kameran Osman eşkere kir ku di nava 12 rojên borî de, di nava 12 rojên borî de êrişên dewleta Tirk bo ser xaka Başûrê Kurdistanê bi awayek ber çav kêm bûbûn, lêbelê îro bi topbarankirina gundên navçeya Amêdiyê, artêşa Tirk dîsa dest bi anîna leşkeran kiriye û êrişên xwe zêde kirine.

(wd)