NAVENDA NÛÇEYAN
Li Wanê bi pêşengiya Komeleya Jinan a Starê, OHD, ÎHD’ê de, platforma “Tora Têkoşîna Dijî Tundiyê” hate avakirin û banga têkoşîna hevpar hate kirin.
Derbarê armanca platformê de li Hola Konferansê ya Tahir Elçi ya Baroya Wanê daxuyaniyek hate dayîn. Platform bi pêşengiya Komeleya Jinan a Starê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de hate avakirin, Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê, Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Wanê, Komîsyona Koçberiyê ya Baroya Wanê, Komeleya Mafên Mirovan û Medyayê (ÎHAMED), Odeya Bijîşkan a Wan – Colemêrgê, Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Cemaweriyê (KESK) a Şaxa Wanê û Koordînasyona Jinan a Rêveberiyên Xwecihî ya Wanê cih girtin.
Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Leyla Abukan a ji Komeleya Jinan a Starê ve hate xwendin.
Endama Komeleya Jinan a Starê Leyla Abukan banga têkoşîneke hevpar kir û diyar kir ku ji bo têkoşîna li dijî tundûtûjiya li ser jin û zarokan a mezin bibe, pêdivî bi avakirina platformek hebû.
Di daxuyaniyê de xalên hevkariya têkoşîna li dijî tundûtûjiyê, avakirina daneyên hevpar û li gorî rêgezên nepenî tevbigerin cih girtin. Hate daxuyandin ku platform wê bi mutabaqata hevpar pêş bikeve.