NAVENDA NÛÇEYAN
Îro salek bi ser koça dawî ya têkoşer û xebatkara jin Rûnak Ferec re derbas dibe ku tevahiya jiyana xwe ji bo pirsgirêka jinan û zarokan veqetandibû. Tenê armanca wê hişyarkirina jinan û azadiya wan ji kevneperestî û qalibên nerênî yên civakê bû.
Rûnak Ferec kî ye?
Rûnak Ferec Rehîm di sala 1964’an de li gundê Çiwarbax yê bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Xwendina destpêkî, navîn û amadeyî li Silêmaniyê temam kiriye û ji Koleja Wêjeyê ya Zanîngaha Bexdayê derçûye. Di salên 1989-1990’an de bîrname ya bakaloryûsê di beşa dîrokê de bi dest xistiye.
Her ji temenê zaroktiyê ve hest bi berpirsyariyê dike û hesta netewî li cem wê çêdibe. Ji ber vê yekê di temenê 12 saliya xwe de çav netirsîya xwe tevlî raperînên xwendekaran kir û di sala 1987’an de bi bavê xwe re hate girtin û li girtîgehen rejîma Baasê ma. Paşê di sala 1991’ê de dest bi karê mafên mirovan kir, bi taybetî di warê jinan û zarokan de.
Îro salek li ser koça dawî ya Rûnak Ferec re derbas dibe, ku di roja 17’yê Hezîranê 2024’an de di encama krîza dil de li bajarê Silêmaniyê koça dawî kir û cenazeyê wê li Goristana Girê Seywanê hat veşartin.
Nêrîna Rûnak Ferec ya li ser pirsgirêkên jinan
Rûnak Ferec, wek çalakvaneke mafên jinan, 40 salan bêyî ku westan û bêtirs, xizmeta jinan kir û di nava civakê de jin tim hişyar kirin. Ew parêzvanek bihêz a welat û netewa Kurd bû.
Rûnak Ferec gelek jin û keçên ciwan ji mirinê rizgar kiriye û ew ji gefên kuştinê parastiye. Lêbelê, wê ji bo xurtkirina cihê jinan, parastina malbatê, xurtkirina evîn û aştiyê di navbera malbatan de hewldanên mezin kirine.
Telefona Rûnak Ferec di nav heval û hevkarên wê de wekî xeta germ a jinan dihat binavkirin. Demê wê tunebû ku bêhna xwe vede û her gava jinek pêdivî bi piştgiriyê hebû, demildest li wir bû.
Xebat û çalakiyên Rûnak Ferec
Pirsgirêkên jin û zarokan armanca yekem ya xebata Rûnak Ferec bû. Ji ber eleqe û dilsoziya xwe ya bi pirsgirêkên jinan re, ew berê xwe dide kampên navçeya Ranya. Ji ber ku gelek jinên gund di kampan de kom bûbûn, pirsgirêkên nexwendin, nezanîn û serdestiya kevneşopiyên hevpar yên wekî sunetkirina jinan, zewacên bi darê zorê û kuştinên bi navê “namûsê” hebûn. Di sala 1991’an de, wê cara yekem civîna jinan lidar xist, da ku pirsgirêkên wan nîqaş bikin.
Her wiha wê hewl dida bi rêya medyayê jinan hişyar bike. Di sala 1994’an de, wê bernameya xwe ya radyoyê ya yekem bi navê Dengê Jinan amade kir û pêşkêş kir.
Di sala 2002’an de, di salvegera Roja Mafên Zarokan a Cîhanê de, di rojnameya Rewan de pirsgirêka 17,000 zarokên ku di temenê zarokatiyê de zewicî bûn weşand. Bi rêya projeyek ji Navenda Medya û Rewşenbîrî ya Jinan, ew jin arasteyî Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatin kirin. Bi rêya konferans û semîneran ji rêberên olî û parlamentoyê alîkarî xwestin da ku hişyariyê di vê bidin û çareseriyek ji bo berdana van zarokan bibînin.
Her di dema xebatan de, Rûnak Ferec bi alîkariya rêxistina xwe 50 jinên ciwan ji gefên kuştinê rizgar kiriye. Dayîna du zarokan ji bo malbatên bêzarok, dîtina cih û malbatan ji bo 10 sêwîyan ji kar û çalakiyên Rûnak Ferec bûn.
Di warê rêxistinî de xebatên Rûnak Ferec
Di sala 1991’an de, wê yekem tevgera jinan li kampa Hecî Awa ya Ranyayê damezrand. Ji sala 1994’an heta 1996’an, ew berpirsa medyayê ya şaxê Ranya ya Yekîtiya Jinan bû û bernameya Dengê Jinan amade û pêşkêş dikir.
Ji bo Rûnak Ferec, hişyarkirina jinan ji karên wê yên pêşîn bû. Di sala 1997’an de, ew bû endama damezrîner a Navenda Medya û Ronakbîriya Jinan, ku armanca wê hişyarkirina jinan û parêzvanîya pirsgirêkên jinan bû û di heman demê de bi rêya rojnameya Jiyanewe û paşê rojnameya Rewan, wê hewl da ku deng û rengê jinan di nav newekheviya di civakê de veguhezîne û ji bo jinan bibe platformek. Wê di vê navendê de gelek bawername wergirtine ku di nav wan de cîgira sernivîskara rojnameya Jiyanewe, cîgira sernivîskara giştî ya rojnameya Rewan, cîgira serokê navendê û seroka Rêxistina Medya û Rewşenbîrî ya Jinan.
Di sala 1999’an de, Rûnak Ferej bû şêwirmenda Stargeha Newa ya Dadperweriya Jinan ya Silêmaniyê.
Rûnak Mecîd beşdarî çend konferansên navnetewî yên li ser şîdeta li dijî jinan li Fransa, Amerîka, Brîtanya, Swêd, Almanya û Îranê bûye.
Wê çar weşan li ser qetilkirinên jinan yên ji bo namûsê û çend gotar di rojname û kovaran de weşandine.
Rola Rûnak Ferec ya di hikûmetê de
Di sala 1991’an de, Rûnak Ferec wek mamosteya dibistana navîn li kampa Hecîawa dest bi kar kir. 1992 wezîfeya midûrtiya dibistana navîn bidest xist. Di sala 1994’an de, bû endamê komîteya bilind a Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê li Ranya.
Di sala 1996’an de, ew çû Silêmaniyê û li Dibistana Navîn a Amadeyî ya Keçan û Navenda Birayetî ya Kuran wane da. Di sala 2011’an de, ew bû endama Encûmena Bilind a Jinan bi pileya Rêvebera Giştî ya encûmenê. Her wiha bû berpirsa beşê stargeh, girtîgeh û rewşa civakî jinan ya Herêmê.
Ji sala 2012’an heta 2013’an, ew wekî pispora lihevhatina malbatan û endamê Komîteya Lihevhatina Malbatan bo Dadgeha Hewlêrê hat tayînkirin. Di sala 2024’an de, li Beşa Rahênan û Pêşxistina Perwerdeyê dibe serpereşyara perwerdeyê.
(wd)