Şêniyên gundê Zêrwa daxwaza çêkirina rêya şikefta Sexrî Cin dikin

ROJNEWS-ŞENGAL

Şikefta Sexrî Cin dikeve li gundê Zêrwa ya ser bi herêma Pîrê Ewra ya li Çiyayê Şengalê ye. Xelkê deverê vê şikeftê wek cihek pîroz dibînin û dibêjin gelek kesên bi nexweşiya derûnî ketine serdana wê dikin. Lê xelkê gundê Zêrwa dibêjin rêya çûna şikeftê gelek xirabeye û daxwaza çêkirina rê ji aliyên peywendîdar û xêrxwazên Êzidî dikin.

Xelkê gundê Zêrwa ya girêdayî herêma Pîrê Ewraya ser bi Çiyayê Şengalê ye, daxwaz ji rayedaran û rêxistinên peywendîdar dikin ku rêya ber bi şikefta pîroz a Sexrî Cin yan jî bi navê din şikefta Dêdevan ve bê çêkirin. Ev şikeft ji bo gelek kesên ku bi nexweşiyên derûnî ketine, cîhekî girîng û pîroz tê dîtin û her sal bi sedan mirov ji bo şîfayê serdana wê dikin.

Xelef Derwêş, yek ji rihspiyên gunde, ji Ajansa Rojnewsê re axivî û diyar kir ku şikeft bi qasî 10 kîlometre dûrî cadeya sereke ye. Derwêş anî ziman ku beşek ji rê heya gundê Zêrwa hatiye qîrkirin, lê beşa ji gund heya şikeftê di rewşek pir xirab de ye û derbasbûna wê gelekî zehmete. Ev yek bi taybetî ji bo kesên temen mezin û nexweşên ku serdana şikeftê dikin, astengiyên mezin derdixe holê.”

Derwêş di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya vê şikeftê ya ji bo civaka Êzidî û got: “Ev der ji bo me cîhekî pîroze û gelek mirov bi hêviya dermanbûnê tên vir. Lê belê, ji ber xirabiya rê, gihîştina vir pir zehmete. Nexweşên bi temen û kesên ku nikarin baş bimeşin, di nav ax û kevirên rê de zehmetiyên mezin dikişînin.”

Xelef Derwêş her wiha banga alîkariyê li xêrxwazên Êzidî jî kir ku bi hevkariya xwe, vê daxwaza wan pêk bînin û xizmetekê ji bo civaka xwe ya Êzidî û vî cihê pîroz bikin.

(kş)