SILÊMANÎ/ROJNEWS
Şîrovekarê siyasî Ferîd Eseserd got ku wê şerê Îsraîl-Îranê bandora xwe liser Herêma Kurdistanê neke û got; “Dema şer destpê kir kes nikare pêşbîniya dawîbûnê bike, divê Kurd dijî şerbin û aştiyê biparêzin.”
Şerê ku di 13 Hezîranê de bi êrişa Îsraîlê destpêkir, heya niha jî dewam dike. Îsraîl rojane baregeh û tesîsên Îranê bombebaran dike, Îran jî bersiva wê dide. Derbarê mijarê de şîrovekarê siyasî Ferîd Eseserd ji ajansa me re axivî.
Ferîd Eseserd got ku Îsraîl dijî Îranê şer da destpêkirin û dema borî jî hertim gef dixwar. Ferîd got; “Dema şer destpêkir kes nikare hesaba
dawiya wê bike. Cûdahiya vî şere ewe ku şer ne li ser axê ye, bi rêya qada hewayî pêktê. Hêza her du aliyan jî heye ku şer dirêj bikin, gote goteyên dizaynkirina Rojhilata Navîn zêdetirî xwe propagandaye, ji ber ku pêkanîna wê gelek zehmete. Ger ev şer dewam bike, wê metirsî bikeve ser welatên herêmê jî. Dewletên herêmê dibêjin ku ger pêşî li êrişên Îsraîlê neyê girtin, ewê yek bi yek ji holê rabin. Hêzên Şîe yên li Iraqê ku alîgirên Îranêne, dibe ku xwe ji şer durbixin, ji ber ku heya niha jî bêdengin û ev jî bidilê Emerîkayê ye.”
Ferîd Eseserd herî dawî jî behsa rewşa Kurdan ya di şerê Îsraîl û Îranê de kir û got; “Divê Kurd dijî şer bin û li herêmê daxwaza aştiyê bikin. Pêwîste berjewendiyên xwe biparêzin û dostaniya hemû aliyan bikin.”