ABORÎ

Hemû Nûçe

  • Sîstema nehevseng, reva sermayedaran û dagirkirina bazarê 

    Sektora aboriya Herêma Kurdistanê ji ber girtina kargehan, sermayedar û bazirgan pereveyên xwe dibin derveyî welat di xeteriyê de ye. Beşek ji sermayedaran sermaya xwe dibin derveyî Kurdistanê. Li cihê wan jî sermayedarên biyanî bazarên Herêma Kurdistanê dagir dikin û ji bo xelkê giraniyê çêdikin.
  • Erdogan diyar kiriye ku ew amadeye Herêma Kurdistanê bifiroşe 

    Serokkomarê Tirkiye Receb Tayîb Erdogan di civînek li gel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî de aniye ziman ku ew amadeye hemû lihevkirinên li gel Herêma Kurdistanê hilweşîne û li gel hikûmeta navendî ya Iraqê lihevkirinan bike. Lê serokwezîrê Iraqê hîna vê daxwaza Erdogan nepejirandiye û ji Erdogan re gotiye divê ew li gel Herêma Kurdistanê bigihin li hevkirinek.
  • Di navbera Iraq û Tirkiyê de şerê hêkan 

    Wezîrê Çandiniyê ya Iraqê Salih Hûsnî nerazîbûn nîşana Sefîrê Tirk ê Iraqê Fatîh Yildiz ku serdana bazara hêkan a Iraqê kir da û got, “Hêkên Iraqê têrê heye û pêwîstiya me bi hêkên derve nîne. Eger bêxwestin em dikarin hinardeyê derve jî bikin. Gelo armanca serdana Fatîh Yildiz a ji bo bazara hêkan çibû? Wê ev serdan jî nekare qedexe anîna hêkên Tirkî biguhere.”
  • Şanda jinan a HDP’ê serdana Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê kir 

    Şandeya Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku îro ji bo hinek hevdîtinan derbasî Başûrê Kurdistanê bûn, serdanên xwe yên ji bo aliyên siyasî berdewam dikin. Şande serdana Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê kir.
  • Iraq di rojek de 3 milyon 603 hezar bermîl neft difiroşe 

    Wezareta Nefta Iraqê di daxuyaniyekê de diyar kir ku di meha borî de Iraqê kariye rojane 3 milyon 603 hezar bermîl neft bi firoşe. Herwiha eşkere kir ku dahata nefta Iraqê di meha borî de gihişt 6 milyar 341 milyon dolar.
  • Al-Monitor: Îsraîl Sedî 40’ê petrola xwe ji Herêma Kurdistanê digire 

    Rayedarekî Îsraîlî yê ne xwest navê xwe bide, diyar kir ku sedî 40’ê nefta xam ya Îsraîlê ji ji Herêma Kurdistanê tê dabîn kirin û neft jî bi rêya Tirkiyê ji bo Îsraîlê tê şandin.  
  • Keda jinan: Nanê Hewramî  

     Li parêzgeha Helebce ji bo çêkirina nanê Hewramî gelek kargeh hene û ji aliyê xelkê parêzgeha Helebce û parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê ve jî gelek xwestek li ser vî nanî heye. Piraniya kargehan jî ji aliyê jinan ve tê rêvebirin. Lê xwediyên kargehên eşker dikin ku niha ji ber çend pirsgirêkan hilberîna nanê Hewramî kêm bûye.
  • Li Silêmanî ‘Dîdara çandinî û aborî, vejîna gel û xak’ birêve diçe 

    Li Silêmanî dîdarek bi dirûşma, “Dîdara çandinî û aborî, vejîna gel û xak” pêktê. Di nava dîdarê de 3 panêlên li ser çandiniyê, çavkaniyên avê û hilberînê û geşepêdana pîşesaziya xwarinê birêve diçe.
  • Di navbera Iraq û Tirkiyê de bazara petrol û ceyranê 

    Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyê Fatîh Donmez ku duh li Bexdayê bi serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî re hevdîtin pêkanî, li gel Wezîrê Neftê û Wezîrê Ceyranê yê Iraqê jî civiya. Di hevdîtinan de hate gotin wê li ser avakirina xeteke nû ya petrolê ya navbera Kerkûk-Ceyhanê were sekinandin û wê xeteke nû ya ceyranê ji Tirkiyê bo Iraqê bê kişandin.
  • Wezîrê Enerjiyê ya Tirkiyê serdana Bexdayê kir 

    Wezîrê Enerjiyê ya Tirkiyê Fatîh Donmez li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî re hevdîtinek pêk anî. Têkildarî armanc û encama hevdîtinê ti zanyariyek bi raya giştî re ne hate parvekirin.
  • ‘Ji ber siyaseta xelet a hikûmetê aboriya Kurdistanê berbi rûxînê ve diçe’ 

    Serokê Koma Tevgera Goran li Parlementoya Herêma Kurdistanê Elî Heme Salih di daxuyaniyek de diyar kir ku ji ber siyaseta xelet a hikûmeta Herêma Kurdistanê piraniya kargehên li Herêma Kurdistanê hatine girtin û beşek kêm mane, ew jî li ber girtinê ne.
  • Cotyar Adil: Herêm amadeye rojane 250 hezar bermîl neft radestî Bexda bike 

    Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil di daxuyaniyek da got, ew pereyê ku ji pişka budceya Herêma Kurdistanê tê birîn gelek zêdetire ji dahata 250 hezar bermîl neftê. Herwiha da diyarkirin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeye 250 hezar bermîl neft radestî hikûmeta Iraqê bike.
  • Li Başmax hatin û çûyîna geştiyaran zêde bûye lê bazirganî kêm kiriye 

    Li gorî 6 mehên destpêkê yên par, îsal hatinûçûna geştiyaran bi rêya Deriyê Navneteweyî yê Başmax zêde bûye. Rêveberiya derî jî sedemê vê yekê bi rakirina vîzeyê dinavbera Iraq û Îranê re girêda û got, lê hatûçona bazirganiyê kêmbûye.
  • Zebeşên binavûdeng yên Pênciwên nayên firotin 

    Zebeşên şîrîn û binavûdeng ên Pênciwên li bazarên Herêma Kurdistanê nayên firotin, bi nirxek erzan difiroşin bazarên naverast û Başûrê Iraqê.
  • Hikûmet keda cotyaran nabîne 

     Cotyarên Herêma Kurdistanê berhemên xwe erzan difiroşin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê guh nade pêşniyarên wan ên ji bo armanca zindîkirina berhemên çandiniyê û pêşxistina aboriya navxweyî tên kirin.
  • Li deriyê sinorî yê Şuşmê gerac tuneye, lê pereyê geracê tê wergirtin 

    Deriyê Sînorî yê Şûşmê li parêzgeha Helebce ye û dikeve navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de, li vî deriyê sinorî de nebûna park (gerac) û wergirtina pereyê geracê ji şûfêran bûye yek ji pirsgirêkên sereke yên şûfêran.
  • Li Şarezûr dema çinîna bacan û tiroziyan 

    Li Şarezûr niha çinîna bacan û tiroziyan destpê kiriye. Pirsgirêka sereke ya cotkaran ewe ku berhemê wan pereyek kêm dike û gelek caran mesfeta kirine dernaxin. Herwiha ji bo berhemên cotyaran jî ti planek a hikumetê nîne.
  • Li Şengalê pirsgirêka benzînê 

    Ji ber hinek pirsgirêkên di navbera benzînxaneyên hikûmî û taybet de du rojin benzîn ji bo Sinûnê nayê dayîn û ev jî bûye sedema krîzê.
  • Ti berhemek navxweyî sedî 50 pêwîstiyên herêmê pêşwazî nake’ 

    Lijneya kar û barê tendirûstî  û jînge ya parlamentoyê got ku ti berhemek navxweyî zêdetirî sedî 50 pêwîstiya herêmê pêşwazî nake. Lijneyê got ku ji ber vê pêwîste gumrik hêdî hêdî zêde bêkirin neku bi bandorê li ser jiyana welatiyan çêbike.
  • Di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê de Lûtkeya Aborî û Bazirganiyê 

    Di demek de ku êrîşên dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê dewam dike, li bajarê Hewlêr Lûtkeya Aborî û Bazirganiyê dinavbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de pêkhat.
  • Li Şengalê xwedîkirina mêşên hingiv 

    Her çiqas kêm be jî li Şengalê welatî mêşên hingiv xwedî dikin. Mêşvanên Şengalê diyar kirin ku berhemên mêşên wan gelek kême, lê navdariya xwe heye û hingivê Şengalê cudahiya xwe heye.
  • Pêkanînek Hewlêrê: Faturaya avê ya malekê 48 milyon dînar 

    Rêveberiya Avê ya Hewlêrê ji bo malekê 48 milyon dînar faturaya avê ya mehekê birî. Her ji gelek malbatên din re jî faturayên ku ji 10 milyon dînar zêterin hatine birîn. Rêveberiya avê îdîa kir ku şaştiyek çêbûye û ew mijarê lêkolîn dikin.
  • Wê 30 hezar  ton ceh ji cotyarên Şengalê bê kirîn 

    Kompaniya El Mabeyn El-Nehrîn a girêdayî Hikûmeta Iraqê ku demek beriya niha li Şengalê navenda komkirina ceh vekiribû, destnîşan kir dê îsal 30 hezar ton ceh ji cotyarên Şengalê bikire.
  • Li Şarezûr çandina kartolan ji 200 donim daket 20 doniman 

    Ji deşta Şarezûr demsala çandina kartolan destpê kir. Cotkaran bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku kartolan ji derve hawirdeyî herêmê nekin. Herwiha ji ber baranbarîna zêde li deşta Şarezûr çandina kartolan ji 200 doniman daket 20 doniman.
  • Agir bi zeviyên Tilezêr ket 

    Di van saetan de agir bi zeviyên navçeya Tilezêr ya ser bi Şengalê ket û têgotin ku ji ber agir pir geş û mezine.