19 tirilyon dînarê muçexweran li hikûmetê ye

Yekşem, 3 May 2020 – 07:55  BERHEM LETÎF/ROJNEWS

19 tirilyon dînarê muçexweran li hikûmetê ye

Em ketin meha 5’an, lê hîna jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti mûçeyeke îsal nedaye karmendan. 9 mûçeyên tam û 36 muçeyên hatine paşxistin yên mûçegiran li gel Hikûmetê maye ku ev jî dike 19 tirilyon û 800 milyar dînar.


Piştî sala 2014’an budceya Herêma Kurdistanê nehat dayîn û Hikûmeta Herêmê biryar da serbixwe neftê bifiroşe, ji wê demê ve pirsgirêka mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê berdewame. Niha jî ji ber ketina nirxê neftê û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê tirs heye careke din mûçeyên karmend û mûçegiran neyê dayîn. 

Her çendî ku Hikûmeta Iraqê sê mûçeyên îsal şandiye, lê Hikûmeta Herêmê li şûna mûçeyê îsal mûçeyên sê mehên dawî yên sala 2019’an belavkiriye.

Niha jî ji ber ketina nirxê neftê û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, Hikûmeta Iraqê roja 16’ê Nîsanê biryar da 453 milyar dînarê ku wek mûçeyê mehane ji bo Herêmê dişand, rawestîne. Vê yekê rê li ber fikarên mûçegiran vekir.

Çiqas deynê mûçegiran li ba Hikûmeta Herêmê maye?

Hikûmeta Herêmê ji bilî çar mûçeyên îsal, çar mûçeyên sala 2015’an û mûçeyek jî yê sala 2016’an deyndarê mûçegirane ku dike 7 trîlyon û 350 milyar dînar.

Ji bilî vê jî Hikûmet deyndarê 36 mûçeyên mehên hatine paşxistin yên salên 2016 ta 2018 û beşek jî yê 2019’a ne.Wê demê xerciya mûçe ji 880 milyar dînar bibû 550 milyar dînar. Mûçeyên hatine paşxistin jî bi giştî dike 11 tirilyon û 520 milyar dînar.

Hikûmeta Herêmê mehane çend mûçe dide?

Li gorî daneyên Hikûmeta Iraqê, li Herêma Kurdistanê 682 hezar mûçegir hene û ji sala 2019’an ve mehane 453 milyar dînar ji bo mûçegiran dişîne. Lê li gorî daneyên Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê, 1 milyon û 249 hezar mûçegir li Herêma Kurdistanê hene. Ji bo mûçeyê wan jî mehane pêwîstî bi 880 milyar dînar heye.

Yanî Herêma Kurdistan ji bilî 453 milyar dînarê ku Bexda dişîne, mehane 430 milyar dînarê din ji bo mûçegiran peyda dike. 

Hejmara muçexwerên herêmê yek ji pirsgirêkên sereke ye di navbera Hewlêr û Bexdayê de. Di serdana dawî ya şanda Herêmê de jî Hikûmeta Iraqê daxwaza zanyariyên temam li ser hejmara mû herêmê ji şandeyê kiribû.

Îsal di meha Sibatê de jî yasaya reformê li Herêma Kurdistanê hate erê kirin. Li gorî vê yasayê diviyabû muçexwerên ne yasayî li Herêma Kurdistanê nemîne. Parlamenterê Herêma Kurdistanê Şêrko Cewdet jî diyar kir yek ji sedemên sereke yên bargiraniya muçe hebûna muçexwerên neyasayî ne.

Hikûmet dikare mûçeyê karmendan bide?

Tevî ku trafîka dîplomasî di navbera Hewlêr û Bexda de ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyên karmendên herêmê berdewame û negihiştine encamek, lê Bexda li beramber şandina mûçe de daxwaza radestkirina tevayî dahata neftê, deriyên sînorî û balafirxaneyan ji Herêmê dike.

Ji ber çavkaniya sereke ya dahata Herêma Kurdistanê nefte, ketina nirxê neftê bandorek neyînî li ser aboriya Herêma Kurdistanê kiriye. Di meha  Adara îsal de dahata nefta Herêma Kurdistanê 260 milyon dolar bû.

Li ser mijarê Parlamenterê Herêma Kurdistanê Şêrko Cewdet ji Rojnews’ê re axivî û got; “Hikûmeta Herêmê ji 260 milyon dolarê ku ji neftê bidestxistibû, tenê 60 milyon dolar jêre maye, 200 milyon dolarê din li deyn, kirêya derxistina neftê û veguhestina neftê daye”

Li gorî Şêrko Cewdet diyarkirî, 60 milyon dolar ji bo Kompanya Rosneft, 50 milyon dolar deynê Tirkiye, 30 milyon dolar ji bo heqê veguhestina neftê û 60 milyon dolar jî ji bo para kompanyên hevbeş hate xerckirin.

(şk)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist