35 ton bacanên xirab bûyî yên Tirkiyeyê hate desteser kirin

Duşem, 16 Berfanbar 2019 – 13:03  GERMİYAN/ROJNEWS

35 ton bacanên xirab bûyî yên Tirkiyeyê hate desteser kirin

Lijneya qeymeqamtiya navçeya Kelar, 35 ton bacên xirab bûyî ku ji Tirkiyeyê hatibûn, desteser kir.


35 ton bacanên xirab bûyî yên ku ji Tirkiyeyê ji bo Herêma Kurdistanê hatibûn şandin, hate desteser kirin. Barhilgira bacanên ku ji Tirkiyeyê hatî li geraca Besteneke a navçeya Kelarê ya ser bi Germiyanê hate desteser kirin.

Li ser vê mijarê serokê lijneyên qeymeqamtiya Kelarê Sîrwan Hesen ji Rojnews re axivî û got; “Barghilgirek ku 35 ton bacanên xirab bûyî têde hebûn hate desteser kirin. Ev bacan ji welatê Tirkiyeyê ji bo Herêma Kurdistanê hatibûn şandin. Ji Zaxo jî şandine navçeya Kelarê. Dixwestin van bacanan di bazara herêmê de bifiroşin. Lê xwediyê bacanan nexwestiye bifiroşe û xwestiye bibe bajarê Bexda. Lê lijneya qeymeqamtiya me hemû bacanên xirab bûyî desteser kiriye.”

https://youtu.be/qQ6XEUfTb3c”>

(nr)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist