Piştî ku duh Banka Navendî ya Lubnanê îflasbûna xwe ragihand, kompanya Dîlot eşkere kir ku 637 milyon dolarê Herêma Kurdistanê di wê bankê de bû. Parlementerê Herêma Kurdistanê Şêrko Cewdet jî got, “Ev pere hatiye blokekirin û Herêma Kurdistanê nikare vî pereyî vegerîne.”
Duh hikûmeta Lubnanê îflasbûna Banka Navendî ya Lubnanê ragihand. Kompanya Dîlot eşkere kir 310 milyon Euro û 294 milyon dolar ê ku dahata nefta Herêma Kurdistanê bû, di wê bankê de bû. Piştî îflasbûna bankê ew pere hatiye blokekirin.
Endamê Komisyona Darayî û Karûbarên Aborî li Herêma Kurdistanê Şêrko Cewdet derbarê mijarê de agahî da Rojnews û got: “Dahata neftê li Herêma Kurdistanê ne şefafe. Ev pere heta nehatibû bloqe kirin, haya kesê jê nebû. Ev pere têra muçeyê hemû muçexwerên Herêma Kurdistanê dike. Ev yek ji wan gendelî, nelirêtî û bê planiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku li dahata Herêmê dike.”
Derbarê çarenûsa vî pereyî de jî Şêrko Cewdet got, “Ev pereyê Herêma Kurdistanê çû. Ji berku banka navendî ya Lubnanê îflasbûna xwe ragihand. Ev pereyê Herêma Kurdistanê ku 637 milyon dolare hatiye blokekirin û nikare vegerîne.”
(kş)