Welatiyên Herêma Kurdistanê ji ber giranbûna bazarê dinalin û rojane biçalakiyan narazîbûnê nîşan didin. Aborînas Muşîr Arif sedema giranbûnê bêplaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê û kontrola berpirsên bilind a li ser bazarê dibîne.
Li Herêma Kurdistanê roj bi roj buhayê pêwîstiyên rojane û sûtemenî giran dibe. Herwiha di navbera bazarên Herêma Kurdistanê û Iraqê cudahiyek zêde heye. Mînak li Iraqê lîtreya benzînê bi 450 dînarane, lê li Herêma Kurdistanê nêzî hezar dînarane. Ev yek jî bûye sedema fikarên welatiyan.
Niha li Herêma Kurdistanê lîtreyek benzînê gihîşte hezar dînaran. Herwiha bitlek tûpa malan ji 9 hezar dînar bû 16 hezar dînar. Bermînek neft di navbera 175 hezar û 185 hezar dînaran de ye.
Aborînas Muşîr Arif têkildarî giranbûna bazarê li Rojnews’ê re axivî û sedema giranbûnê bêplaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê û serweriya berpirsên bilind a li ser bazarê dibîne û got: “Rewşa giraniyê ji ber bêdesthilatiya hikûmetê, yan îhmalî û xemsariya wê ya li hemberî rewşê ye. “
Aborînas Muşîr Arif, hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya Iraqê têkildarî buhayê tiştan anî beramberî hev û wiha domand: “Weke mînak, buhayê sûtemeniyê li Herêma Kurdistanê gelek ji Iraqê zêdetire. Ji ber ku hikûmeta navendî ya Iraqê bi her awayî piştgiriya darayî ya sûtemeniyê dike, lê Herêma Kurdistanê nake. Herwiha hikûmeta Bexda ji bo hilberîn û avahiyan de hinek deynê pêşin dide, ev jî bandoriyê li ser buha dike.”
Aborînas Muşîr Arif bal kişand ser sedema giranbûnê û wiha pêde çû: “Bi giştî çalakiyên bazirganî û bazar ji aliyê komek berpirsên bilind ve û kesên taybet ve hatiye desteserkirin û ji aliyê wan ve tê kontrolkirin. Peywendiya wan a rasterast bi vê yekê heye ku ji bo berjewendiyên xwe wiha bihêlin.”
Aborînas Muşîr Arif diyar kir ku sedema giranbûnê beşek siyasî ye û beşek jî bêplaniya û bêxemiya hikûmeta ya li hemberî buhabûnê ye û got: “Li hemû cîhanê dema ku buhayê giştan bilind dibe, hikûmet an bacê kêm dike, yan jî li deriyên sînor ji bo anîn û şandina tiştan rê xweş dikin, lê li Herêma Kurdistanê yek ji van nehatiye kirin.”
(ab)