Al-Monitor: Îsraîl Sedî 40’ê petrola xwe ji Herêma Kurdistanê digire

Rayedarekî Îsraîlî yê ne xwest navê xwe bide, diyar kir ku sedî 40’ê nefta xam ya Îsraîlê ji ji Herêma Kurdistanê tê dabîn kirin û neft jî bi rêya Tirkiyê ji bo Îsraîlê tê şandin.  


Nivîskara malpera Al Monitor’ê Amberîn Zaman li ser têkiliyên hikûmeta AKP’ê û Îsraîlê û bazirganiya navbera wan de nivîseke berfireh nivîsî. Di nivîsê de cih ji bazirganiya neftê ya navbera Tirkiye, Îsraîl û Herêma Kurdistanê re jî veqetandiye û agahiyeke girîng derbarê nefta herêmê de parve dike.

Li gorî agahiyên Amberîn Zaman bi navbeynkariya Tirkiyê bazirganiya neftê di navbera Herêma Kurdistanê û Îsraîlê de tê kirin.

Amberîn Zaman diyar dike ku rayedarekî Îsraîlî ku navê wî eşkere nake, jêre axiviye û gotiye ku Îsraîl sedî 40’ê petrola xam ji Herêma Kurdistanê digire.

Hate gotin ku petrola ji Herêma Kurdistanê diherike Îsraîlê, bi rêya Tirkiyê tê şandin. Li  ser xeteke boruyê ya di Başûrê Behra Spî re derbas dibe, diherike ji dewleta Îsraîlê.

Li gorî heman nûçeyê bazirganiya neftê xwe dispêre peymana gaz û nefta xam ya 2013’an a di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de.

(bz)