Aram Qadir Xebat: Nayê pejirandin di pişt perdê de serokê YNK’ê were diyarkirin

Endamê Encûmena Giştî ya Serkirdayetiya YNK’ê Aram Qadir Xebat, da diyarkirin piştî erê kirina rêziknameya navxwe ya YNK’ê wê derî li pêş kesên bixwazin bibin namzetê serokatiya YNK’ê re were vekirin. Aram Qadir got, ew dixwazin serokek ji bo YNK’ê hilbijêrin ku nebe sedema lewazbûna YNK’ê. Her wiha da zanîn ku ew qebûl nakin di lihevkirinên di pişt perdê de serokek ji bo YNK’ê were diyarkirin.


Endamê Encûmena Giştî ya Serkirdayetiya Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê Aram Qadir Xebat, di hevpeyvînek li gel ajansa me de bersiva pirsên me yên li ser sererastkirina rêziknameya navxwe ya YNK’ê, hilbijartina serokê YNK’ê, peywendiyên YNK’ê li gel aliyên din bi taybetî PDK û rola YNK’ê di pêkanîna yekîtiya netewî ya Kurd de da.

- Piştî Kongreya Çarem di nava YNK’ê de çi çêbûye?

Piştî kongreyê hinek erkên giring ket ser milê 121 kesên hatin hilbijartin. Hêvî û bendewariyek mezin ya gelê Kurd û alîgirên YNK’ê ji serkirdayetiya nû ya YNK’ê heye. Piştî kongreyê jî erka sereke ya encûmenê sererastkirina rêziknameya navxwe ya YNK’ê ye. Divê rêziknameyek wisan be ku bikare YNK’ê ji pirsgirêkên heya niha hebûn derbaz bike. Ji bona wê komîsyonek ji 20 kesan hatiye avakirin.

‘Wê wek berê desthilatî hemû ne di dest sekreter de be’

- Çi cûdahiyek ya heykelê rêxistinî yê niha ji heykelê berê heye, di vê sîstema nû de wê desthilatdarî di destê kê de be?

Li gora rêziknameya ku niha kar li ser tê kirin, desthilatî tê dabeşkirin. Wê ne wek serdema Mam Celal hemû desthilatdarî di dest sekreter de be. Rêziknameya vê carê erk û desthilatî bi ser saziyan de dabeş dike.

Her wiha ji bo encûmena giştî ya serkirdayetî sekreterek û 2 cîgir û serokê YNK’ê jî wê du cîgirên wê hebe.

- Çima heya niha bersiva kesên ku piştî kongreyê nerazîbûn nîşan dan, nehatiye dayîn?

Hinek ji biraderên ku li cem dadwerên ku çavdêriya hilbijartinan dikirin gilî tomar kirin û bersiva wan hatiye dayîn. Lê pêwîstî bi avakirina komîsyonek taybet heye, ji bo guhdariya kesên nerazî bike.

‘Dixwazîn rêziknameyek ji bo bihêzkirina YNK’ê be’

- Karê komîsyona sererastkirina rêziknameya navxwe gihiştiye kuderê?

Hewil hatiye dayîn di rêziknameya nû de zêdetir giringî bi gel were dayîn û rêziknameyek dadperwer be. Divê rêziknameyek wisan be bikare YNK’ê ji nûve rake û giringiyê bi nûbûnên YNK’ê bide. Piştî rêzikname hate amadekirin wê di encûmena giştî ya serkirdayetiyê de deng li ser were dayîn.

- Wê ev komîsyon bikare di nava 10 rojên ku ji bo wê hatiye diyar kirin de karên xwe temam bike?

Tê payîn roja 29’ê Çile Encûmena Giştî ya serkirdayetiya YNK’ê li Silêmaniyê bicive. Li gora min wê ji beriya demê hatî diyarkirin bikarin karê xwe temam bikin û di civîna encûmenê de giftûgo li ser were kirin.

- Wê di civîna 29’ê Çile de tevaya rêziknameya navxwe were erê kirin?

Bê guman hewil tê dayîn di civîna 29’ê mehê de rêzikname were erê kirin. Ger ku nehat erê kirin jî dibe civîn vekirî bimîne û di demek kin de rêzikname were erê kirin.

- Piştî erêkirina rêziknameyê wê çi were kirin?

Pêngavên piştî erêkirina rêziknameyê were avêtin, wê hilbijartina serokê YNK’ê û her dû cîgirên wê her wiha hilbijartina sekreterê encûmena giştî û cîgirên wê be. Her wiha wê berpirsên mekteb, navend û malbendan jî werin hilbijartin. Carê kerên ku were kirin wê ev bin.

- Wê di civîna 29’ê mehê de derî ji bo namzetên serokatiya YNK’ê were vekirin yan wê di civînek din de ev yek pêkwere?

Li gora min wê di vê civînê de nikaribin derî ji bo namzetan were vekirin.

‘Heya niha kesê bi fermî xwe namzet nîşan nedaye’

- Di nava gel û çapemeniyê de ji bo serokê nû yê YNK’ê herî zêde behsa Bafil Talebanî, Lahur Şêx Cengî û Dr. Berhem Salih tê kirin. Herî zêde şansê kî ji vana heye bibe serokê YNK’ê ?

Heya niha kesê bi fermî ne ragihandiye wê xwe namzet nîşan de, ev yek wê di civîna encûmena giştî de were diyarkirin. Naxwazim niha navê kesê bînim ziman. Ji berku heya niha wisan behsa wê nehatiye kirin. Ji ber niha li benda erêkirina rêziknameyê ne. Lê heya niha min ne ji Kak Bafil, ne ji kak Lahur nejî ji kak Berhem nebihîstiye wê xwe namzet nîşan bidin.

- Rêziknameya navxwe çi mercek ji bo hilbijartina serokê YNK’ê daniye?

Merc ewe ku kesê were hilbijartin divê xwedî rabirdûyek baş û kesayetek bi hêz be. Bikare di pêşerojê de kêmaniyên heya niha heyî nehêle. Kesên ku heya niha navê wan ji bo namzetiyê tên behskirin jî ji van mercan ne dûr in.

- Hilbijartina serokê YNK’ê wê wek kongreyê bi lihevkirinê be yan jî bi dangdanê be?

Wê bi dengdanê be, lê dibe ji bo serok li ser navek hemfikir bin û du nav jî ji bo cîgirên wê were hilbijartin. Kes wê yekê jî qebûl nake di pişt perdê de lihevkirin bê kirin û serokek ji bo YNK’ê were diyar kirin.

- Destpêkê dihat gotin wê çar cîgirên serokê YNK’ê hebin, çima ev jimar hate kêmkirin bû dû cîgir?

Hem li encûmena giştî ya serkirdayetî û komîsyona sererastkirina rêziknameyê hem jî li gora me pêwîstî bi çar cîgiran nebû, du cîgir bese. Ji berku piştî hilbijartina serok jî desteya cîbicîkar tê avakirin.

Yaku dixwazim bêjim, divê hevalên encûmena serkirdayetî û saziyên din ji bo nehiştina gendeliyê, dîktatoriyê û xwe ferzkirinê serkirdayetiyek wisan ji YNK’ê re diyar bikin ku ew kes nebe sedemê lewazbûna YNK’ê û xwe dewlemend kirinê.

- Wê jinek jî bibe cîgirê serok?

Merc nehatiye danîn ji bo herdu cîgirên serok zilam bin yan jî yek jin be. Lê merce di nava sazî, mekteb û desteyên cîbicîkar de jin hebin. Bi mercê rêjeya wê ne kêmê ji sedî 20 be.

- Gelek aliyên siyasî yên Kurdî û welatan ji ber lidarxistina kongreyê pîrozbahî li YNK’ê dan, lê heya niha PDK’ê û Mesûd Barzanî pîrozbahî li YNK’ê nedane, çima?

Li gora min ev ne tiştek baş bû, dil dixwest wan jî peyama xwe daba. Serkirdayetiya YNK’ê ji ber bê peyamiya PDK’ê û Mesûd Barzanî bi fikarin. Ji berku em dixwazin xwedî herêmek bihêz bin. Ev bihêzbûn jî bi yekîtiya partî û aliyên siyasî yên Kurdî çêdibe.

- Ev yek ne ji encama peywendiyên lewaz yên dinavbera we û PDK’ê de tê? Bi taybet piştî pêşmergeyê YNK’ê di girtîgehek ya Hewlêrê de jiyana xwe ji destda?

Li gora min peywendiyên me ne lewazin. Li ser mijara pêşmergeyê jiyana xwe ji destdayî jî em niha li benda encama tiba edlî ya Silêmaniyê mane, ji berku heya niha encama wê nedane serkirdayetiya YNK’ê. Lê ger têkiliya wî pêşmergeyî bi madeyên hişber re hebe jî, li cîhanê gelek kes hene bi rêjeyek zêde ya madeyên hişber re tên girtin. Lê nayên kuştin û amûrên xwekuştinê jî naxin berdestê wan.

- Têkildarî yekîtiya netewî,  di rêziknameya navxwe ya YNK’ê de ta çi astek yekîtiya nava Kurdan cihê xwe têde digre ? Gelo YNK wê di dema pêş de çi hewildanek wê hebe ji bo yekîtiya nava Kurdan?

Bê guman erkek giran dikeve ser milê encûmena nû ya serkirdayetiya YNK’ê da ku yekîtiya nava hizb û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi hêz bike. Wê YNK di rakirina astengiyên li pêşiya pêkahatina yekîtiya netewî de hene, xwedî rol be. Em li ser vê mijarê axivîne da ku YNK rol bilîze ji bo bihêzkirina yekîtiya netewî.

(şk)