Balafira ku 83 kes tê de bûn kete xwarê

Li Efganîstanê balafireke rêwiyan ku 83 kes têde bûn kete xwarê. Derbarê mirî û birîndaran de daxuyaniyek nehatiye dayîn.


Li Efganîstanê bi dema herêmî saet derdoro 13:00’an balafireke rêwiyan ya bi tîpa Boeing li navçeya Deh Yak ya herêma Gazne ket xwarê. Hat ragihandin ku di balafirê de 83 rêwî hebûne. Tê gotin herêma ku balafir lê ketiye xwarê di bin kontrola Talîbanan de ye.

Derbarê kesên mirî û birîndar de heta niha daxuyaniyek nehatiye dayîn.

(xb)