Barana zêde zirer gihand zeviyan

Par ji ber barana kêm zirer gihîşt zeviyan, îsal jî ji ber barana zêde ya li ser hev zirer gihîşt dexlê cotkaran û hîn ji niha ve berhemên çandiniyê bi nexweşiya zerbûnê ketiye.


Yek ji wan pirsgirêkên ku îsal ji bo cotkarên Herêma Kurdistanê çêbûye jî zerbûna berhemên çandiniyê ye. Herêma Germiyan jî weke herêmên din bi vê pirsgirêkê re rû bi rû maye.

Li herêma Germiyan zêdetirî milyonek û 500 hezar donim zeviyên çandiniyê heye. Piraniya zeviyan jî bi ava baranê xwedî dibin. Beşeke van ya zêde jî ce û genime.

Cotkarê bi navê Karzan Bekir diyar kir ku sala borî wan ji ber ne hatina baranê bi destê xwe zeviyan av dane, lê  îsal jî berovajiyê par ji ber serma û barana zêde zirer gihîşt zeviyên me.  

Karzan Bekir wiha got: “Min îsal 4 ton genim çand. Ji vêna nêzî 3 ton genim zerbû û zererek mezin gihişt min.

Cotkarê bi navê Erselan Berlute rexne li berpirsyarê Kiştûkal(Çandinî) ya herêma Germiyanê jî kir û got: “Heya niha jî rêveberiya çandiniyê çareseriyek ji bo vê pirsgirêkê peyda nekiriye û dermanên pêwîst yên pêşî li xirabûna berhem bigire li ser cotkaran belav nekirine.

Erselan ji berpirsyaran xwest ku çareseriyek ji van pirgirêkan re bibînin eger nekarîn jî herî kêm tazmînata van zireran bidin.

Berpirsê parastina Çandiniyê yê herêma Germiyanê Nebez Cîhangîr balkêşa li ser sedemeke din a xirabûna berhemên çandiniyê û got, “Gelek cotkar dermanek bikartînin, eger baş jê fêm nekin zirer dide çandiniyê. Dema ev derman di nava zeviyand de bikartînin divê pileya germahiyê û rewşa hewayê berçav bigirin û wisa bikarbînin. Eger bikarin van dermanan baş û di dema xwede bikarbînin evê pêşî li hinek pirsgirêkan bigire.”

Têkildarî nexweşiya zerbûnê ya giya jî Cîhangîr got, tişteke xwezayiye û wê çareser bibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Zerbûn tişteke xwezayiye, wer difikirim ku wê çareser bibe. Lê eger çareser nebû, em ê dest bi lêkolînê bikin û hewl bidin rêyeke çareseriyê jêre peyda bikin. Em dikarin bi rêya dermanan jî pêşî li zerbûnê bigirin.”

 (ep)