Bazar vala ye û welatî bi gazindin

Sêşem, 28 Avrêl 2020 – 07:45  NAVENDA NÛÇEYAN

Bazar vala ye û welatî bi gazindin

Ji ber sinordarkirina çûnûhatina welatiyan ya bazarê, nebûna pere û nedana muçe bazar vala mane, hejmarek  kêm ya welatiyan diçin bazarê, yên herî zêde ji vê rewşê zirarê dibînin jî dikandarin.


Diyarkirina demê vekirina dikanan û serdana welatiyan, qedexeya çûna wesayîtan nava bazarê û li aliyê din berîka vala ya welatiyan bandorek nerênî li ser bazara Silêmaniyê kiriye.

Salên din di êvarên meha Remezanê de qerebalixiyek zêde ya welatiyan li bazara Silêmaniyê de dihat dîtin. Lê îsal di çarçoveya tedbîrên ji bo pêşîlêgirtina virûsa Koronayê de, hîn di saet 17:00’an de hêzên ewlehiyê li nava bazarê digerin û dikanên vekirî digirin. Welatî jî neçarin ji berê vê saetê ji bo kirîna pêdawîstiyan herin bazarê.

Dema herî qerebalix ya bazarê saetên piştî nîvro ne, lê li gora salên din û ji beriya belavbûna virûsê cardin bazar gelek valaye.

Kiryar û dikandar diyar dikin herî zêde di saetên êvarê de welatî serdana bazarê dikin, lê di wan saetan de dikan girtîne. Her wiha dan zanîn ji berku destûr bi wesayîtan nayê dayîn derbazî nava bazarê bibin, welatî ji bo veguhestina kelûpelên xwe bi pêyan gelek zorî dikêşin.

Welatî jî ji biryarên ku ji bo pêşîlêgirtina belavbûna virûsê hatine girtin bi fikarin û vê pirsê dipirsin, ma vîrûs di saetên roj de belavnabe, tenê saetên êvarê û şevê de belav dibe?

Welatiyê bi navê Osman Ehmed ku mêweyan difiroşe diyarkir ji ber nebûna dem ew nikarin mêweyên xwe hemû bifiroşin û bi qasî pêwîst debara xwe ya rojane peyda bikin.

Osman Ehmed diyarkir salên din heya saet 20:00’an ew li bazarê diman û karê xwe berdewam dikirin, lê îsal hîn zû bazar tê girtin.

Dikandarê  bi navê  Salih Ezîz jî diyarkir wî 35 rojan dikana xwe nevekir, niha dikan vekiriye lê bazar valaye û hinek roj hene ti tiştek nafiroşe.

Ne tenê ji ber sinordarkirina hatûçonê bandor li ser bazarê  bûye, di heman demê de berîka vala û nedana muçe ji aliyê  hikûmetê ve yek ji sedemên dine ku welatî nikarin herin bazarê pêdawîstiyên xwe bikirin.

Welatiyê bi navê Mihemed Ebdullah da zanîn tevî ku di vê rewşa zehmet de hikûmetê ti alîkariyek bi welatiyan re nekir, di ser de jî ti muçeyek nedaye.

(şk)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist