Bazara firotina giyayên biharê weke her sal germ nîne

Sêşem, 5 May 2020 – 07:47  MIHEMED HESEN

Bazara firotina giyayên biharê weke her sal germ nîne

Her çi qasî ji ber teqemenî û paşmayên hê ji dema şerê Îran-Iraqê mane komkirina giyayên biharê li ser jiyana mirovan metirsî ye jî, gelek kes ji bo debara xwe bi salan e her bihar berê xwe didin çiya û zozanan. Giyayên kom dikin, dibin bazaran û difiroşin. Lê belê ji ber qedexeya derketina derve û hatinûçûnê îsal bazar wekî salên berê germ nîne.


Bi hatina demsala biharê û derketina giyayên weke rêvaz, kereng, bendik û hwd. re gelek welatî ji deverên cuda yên Herêma Kurdistanê berê xwe didin çiya û zozanan. Her çi qasî ji ber teqemenî û paşmayên hê ji dema şerê Îran-Iraqê mane komkirina giyayên biharê li ser jiyana mirovan metirsî ye jî, gelek welatî van giyayên kom dikin, paşê dibin bazaran û bi firotina wan debara malbata xwe dikin.

Beşek ji welatiyên navçeya Pişder a girêdayî parêzgeha Silêmaniyê jî her sal di vê demsalê de diçin komkirina giya. Lê îsal ji ber tedbîrên li hember belavbûna vîrusa Koronayê ku derketina derve û hatinûçûn hat qedexekirin, bazar wekî her sal germ nînin, giya zêde nayên firotin.

‘Nayê firotin’

Welatiyê bi navê Îbrahîm Mîne, yê li nav bazara Qeladizê giya difiroşe têkildarî karê xwe got, “Ya rastî îsal ji ber qeyrana darayî, dabeşnekirina mûçeyan, firotina giyayên biharê weke pêwîst nîne. Min gelek giya kirî, lê nayê firotin. Nêzî 120 hezar dînar zerara min çêbû. Ji bo me zêde zehmet nîne, yên zehmetî dikişînin zêdetir ew kesên ji bo komkirinê diçin çiyayan e.”

‘Karê me zehmet e’

Ciwanê bi navê Mihemed Îbrahîm jî ku her roj ji bo komkirina giya ji Qeladizê berê xwe dide çiyayên derdorê yên di navbera sînorê Başûrê Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê de wiha axivî: “Em beyanî saet 5’an bi rê dikevin. Ji ber belavbûna vîrusê û qeyrana darayî bazara giyayên biharan baş nîne. Hinek caran giyayên me dimînin û nayên firotin.”

Mihemed der barê metirsiya di dema komkirina giya de jî got, “Em diçin nav sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê. Ji ber şerê Îran û Iraqê li wan deveran mayîn hene. Ev ji bo welatîyên li herêmê û bi taybet ji bo kesên debara xwe bi komkirina giya dikin metirsiyeke mezin e. Lewma karê me bi zehmet û tehlûke ye.”

(yş)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist