Bazirganên Îranî: Ambargo tesîr li hinarde-hawirde dike

Bazirganên Îranî yên ku tevlî “pêşengeha bazirganî ya navdewletî” ya li Silêmaniyê bûn, destnîşan kirin ku ambargoya li ser Îranê nirxê Tumen hîn zêdetir daxistiye, ev jî bandora neyînî li ser hawirde û hinardeyê kiriye, her wiha rêjeya hilberînê daxistiye.


Di pêşnageha Bazirganî ya Navnetewî ku di navbera 24-28’ê mijdarê de li Silêmaniyê hat vekirin de, ji 8 welatan 180 şîrket amade bûn. Di nava van beşdarên pêşengehê de gelek şîrket û bazirganên Îranê jî cihê xwe girtin.

Bazirganên Îranî derbarê bandora pêngava duyemîn a bangoya Amerîkayê ku di 5’ê mijdarê de hatibûn destpêkirin de, ji Rojnews re axivîn. 

‘Buha zêde bûye’

Yek ji berpirsyarên Şîrketa Biskuwit û Kulîçeyan Mihemed Hisên Necarî destnîşan kir ku ambargoyê heta niha bandoreke gelekî mezin li ser wan nekiriye, lê bûye sedem ku buhayê berhemên wan bilind bibe. Hisên Necarî diyar kir ku ew gelek madeyên xam ên berhemên xwe ji derveyî welat tînin, lewma bûhayê van maddeyan zêde bûye û girêdayî wê jî bûhayê berhemên ku ew çêdikin bilind dibe.

Necar bal kişand ku hinek şîrket ji ber ambargoyê nikarin pêwîstiyên xwe bicîh bînin, lê hemû şîrket û kargeh di vê rewşê de nîn in.

‘Astengî hene’

Rêveberek kompaniya xurekan ê bi navê Akam jî anî ziman ku heta niha di warê hawirdeyê (îthalat) de çênebûye, lê ambargo bandor li ser kompanyayên Îranê çêkiriye. Akam jî destnîşan kir ku di warê bidestxistina maddeyên xam de zehmetiyan dikişînin, her wiha nirxê pereyê Îranê (Tumen) daketiye û ev jî bûye sedem ku buhayê kel û pelan bilind bibe. Akam anî ziman ku pirsgirêkek din a ku ew dijîn, şandina û wergertina pereyan a ji bo Îranê ye. Akam da zanîn ku ew nikarin pereyan bişînin derve yan jî ji derve bigirin, lewre neçar dimînin ku pereyên bişînin welatên wekî Îmarat da ku kompanî ji wir werbigirin. Akam got ku hikûmeta Îranê berê destek dida kompaniyan, lê niha nade.

Bandora ambargoyê li ser berhemên pîşesaziyê

Pîşesazê bi navê Azerî ku yek ji berpirsyarên kompaniya firotina UPS’yan e jî, têkildarî mijarê diyar kir ku bandora ambargoyê gelek e û tesîr li ser hawirdekirina berhman kiriye. Azerî anî ziman ku kel û pel buha bûne, lewma firotina wan zehmete. Azerî da zanîn ku ji ber qedexekirina hawirdekirina elemunyum û hêsin astengiyek mezin ji bo pîşesazan çêdibe.

Pîşesazek din got ku ji Îranê salane 100 hezar ton hesin û pola ji bo Iraq û Başûrê Kurdistanê tên şandin, lê ambargoyê bandorek neyînî çêkiriye. Her wiha nikarin bi awayek hêsan pereyên xwe biguherînin.

Karsazê bi navê Eyup Fetah bi heman rengî bal kişand ku nirxê Tumen daketiye, lewma bûhabûn zêdetir bûye û bandor li ser beşên pîşesaziyê çêdike.