Bazirganiya li ser sînorê Hacî Omeran dewam dike

Tevî qedexeya hatin û çûyîna nava bajaran, bazirganiya li deriyê sînorê yê Hacî Omeran dewam dike. Rojane gelek barhilgir kelûpelên pêwîst hawirdeyê bajarên Herêma Kurdistanê dike. Berdevkê gumirka Hacî Omeran da zanîn ku ew jibo ku vîrûs, belav nebe hemû kel û pelan kontorl dikin û tedbîrên baş girtine.


Piştî ku vîrûsa koronayê li belavbû, hema bêje hemû deriyên sînor yên dinavbera Îran û Başûrê Kurdistanê de hatine girtin. Lê ticareta bazirganiyê hîn jî dewam dike. Bi taybet li deriyê sînor yê Hacî Omeran rojane bi dehan barhilgir diçin û tên.

Şofêrê bi navê Hengaw Mihemed ku li ser sînorê gumrikê yê Hacî Omeranê kar dike ji Rojnews re axivî û got; “Li gel belavbûna vîrûsa koronayê, ticareta bazirganiyê dewam dike. Lê gelek tedbîrên tund yên tenduristiyê jî têne girtin. cilûbergên taybet li ber xwe dikin û diçin nava xaka Rojhilatê Kurdistanê û liwir barhilgiran bar dikin. Em newêrin ji barhilgirên xwe bêne xwarê û tevlî şofêrên din jî nabin. Barên barhilgirên me tije dikin.”

Berdevkê gumirka Hacî Omeran Sîrwan Hisên jî li ser heman mijarê got; “Ticarata bazirganiya li deriyê sînor yê Hacî Omeranê dewam dike. Lê dibin tedbîrên tenduristiyê de tê kirin. Ji bo selametiya welatiyan, hemû kel û pel têne kontrol kirin. Dema şofêrên Îranê kel û pelan tînin, barên wan ji wan têne wergirtin. Li wir jî tedbîrên belavbûna vîrûsê tênê girtin. Kel û pelên têne hawirde kirin, zêdetirî xwe yên avahiyan, xwarin û şewatêne.”

(nr)